‘Em ê wek Îbrahîm li dijî qeyûman li ber xwe bidin’

img

AMED – Endamê KÎD’ê Mehmet Emîn Ay di çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman de axivî û got: “Yên bi zaliman re dimeşin gunehkar in, sûcdar in û di wîjdanê civakê de sûcdar in. Em ê jî li dijî qeyûman wek Îbrahîm ê li dijî Nemrûd li ber xwe da, li ber xwe bidin.” 

Çalakiya li dijî qeyûyman a HDP’ê ya li Amedê da destpêkirin di roja 12’emîn de li Kolana Lîseyê berdewam kir. Parlamenterên HDP’ê û hevşaredarên Amedê û bi sedan welatî beşdarî çalakiyê bûn. Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, rêxistina HDP’ê ya Amedê, Dayikên Aştiyê yên Amed û Êlihê, Pêkhateyên TJA’yê, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Mehmet Kamaç çalakî ziyaret kirin û piştevanî dan HDP’iyan. 
 
KURSIYÊ SERBEST 
 
Welatiyan, hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr û siyasetmedar Ayla Akat Ata li kursiyê serbest bertekên xwe yên li dijî qeyûm anîn ziman. Akat Ata da zanîn ku ew li dijî qeyûman in û pergala hevserokatiyê xeta wan a mor e û dixwazin xebata siyaseta demokratîk a gelê kurd krîmînalîze bikin. 
 
‘WÊ BERXWEDAN MEZIN BIBE’ 
 
Piştî axaftina kursiyê serbest, girseyê pankarta “Dest nede vîna min” vekir û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan ewilî axivî û got: “Feraseta qeyûm du sal û nîv li van deran bû. Lê gel di 31’ê Adarê de qeyûman qewirand. Wê gel dîsa qeyûman bişîne. Heta em qeyûman bişînin rûniştin û sekin tune ye. Wê her roj ev berxwedan mezin bibe.” 
 
‘DESTKEFTIYÊN JINAN DI HEDEFA WAN DE NE’ 
 
Berdevka Demê ya Platforma Dîcle Amed a Jinan (DAKAP) Adalet Kaya jî destnîşan kir ku qeyûm li dijî destkeftiyên jinan in û got: “Wek ku hûn dizanin herî zêde qeyûm saziyên jinan dike armanca xwe. Lê em ê dest nedin ku feraseta qeyûman jinan li malê heps bike. Em ê li dijî qeyûman têbikoşin.” 
 
‘DEST DIRÊJÎ NAMÛSA SINDOQAN KIRIN’ 
 
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç jî gotina “Sindoq namûs e” ya Serokkomar Erdogan bibîr xist û got: “Îro wî bi xwe dest dirêjî wan sindoqan kir. Dest dirêjî namûsa sindoqan kir. Heta em qeyûman bişînin Enqereyê em ê li ber xwe bidin.” 
 
‘EM NESEKININ’ 
 
Piştî Kamaç, Wekîlê Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Îkram Îrgî jî da zanîn ku heta ew AKP’ê û feraseta wê ya qeyûman têk nebin dê kêliyekî paş ve gav neavêjin. 
 
‘EM Ê WEK ÎBRAHÎM LI BER XWE BIDIN’ 
 
Li ser navê meleyan endamê KÎD’ê Mehmet Emîn Ay axivî û wiha got: “Remê aleme ji bo însanan ji bo vînê wan azad berdaye. Lê li 3 bajarên mezin vîna gelê kurd desteser kirin. Em ê qeyûman qebûl nekin û di nava têkoşînê de bin. Em ê dest bidin van çalakiyan. Yên bi zaliman re dimeşin gunehkar in, sûcdar in û di wîjdanê civakê de sûcdar in. Em ê jî li dijî qeyûman wek Îbrahîm ê li dijî Nemrûd li ber xwe da, li ber xwe bidin.”
 
Piştî axaftinan girseyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist û belav bûn.