Çavûşoglû: Heke çareseriya siyasî pêk bê artêşa me dê ji Sûriyeyê veqete

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû diyar kir ku heke çareseriyeke siyasî pêk bê dê artêşa wan  ji Sûriyeyê veqede  û angaşt kir ku rejîm ji çareseriya siyasî bawer nake.

 
Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû, li Norveçê têkildarî geşedanên li Sûriyeyê axivî. Çavûşoglû destnîşan kir ku heke çareseriyeke siyasî çêbibe dê ji Sûriyeyê derin û angaşt kir ku rejîm ji çareseriya siyasî bawer nake. Her wiha Çavûşoglû derbarê Îdlibê de jî nirxandinan kir û angaşt kir ku dê êrîşên li ser Îdlibê bibin sedema koçberbûna ber bi welatên Ewropayê.