Kemalbay bang li muxalefetê kir: Qîma xwe tenê bi şermezarkirinê neynin, bi berpirsiyarî tev bigerin

img

MÊRDÎN - Parlementera HDP'ê Serpîl Kemalbay, got: "Ji bo tifaqa demokrasiyê, êdî wexta gavavêtina bi hev re hatiye. Êdî divê em zelal bin. Divê hêzên demokrasiyê gavên biwêrek bavêjin. Di serî de CHP û bi giştî tevahiya partiyên muxalof divê tenê qîma xwe bi şermzarkirinê neynin, bi berpirsiyarî tev bigerin." 

Parlementera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, polîtîkayên AKP'ê yên qeyûman nirxand. Kemalbay, bilêv kir ku hikûmeta AKP'ê di 2015'an de ji îktîdarê ketiye û piştî vê polîtîkayên şerî xistiye dewrê û hewl dide bi van polîtîkayan li ser piya bisekine. 
 
Kemalbay, bilêv kir ku sedemeke polîtîkayên qeyûman jî ew e ku ji ber stratejiya HDP'ê ya di hilbijartinên herêmî de bi ser ketiye û got: "Bi tu awayî wê nikaribin li ser piya bisekinin. Dê polîtîkaya êrîşkirinê ya li hemberî gelê kurd, bernameya demokratîk a partiya me û rêveberiyên herêmî bi kêr neyê. Ya berê kirin trajedî be, ev jî komdiyek e, mudaxileyeke wekî karîkatur e. Çimkî nikarin ji raya giştî re bêjin ji bo çi qeyûm tayîn kirine." 
 
‘NE TEROR PIRSGIRÊKA KURD HEYE' 
 
Serokamr Tayyîp Erdogan û rayedarên hikûmetê gotibûn "ji Qendîlê re pereyan dişînin" û ji bo tayînkirina qeyûman wekî hincet îşaret bi "terorê" kiribûn. Kemalbay, bla kişand ser van daxuyaniyan û got: "Li Tirkiyeyê 'pirsgirêka terorê" tune ye, pirsgirêka kurd heye. Ji berê de hêzên serdest wekî pirsgirêka 'terorê' nêzî vê yekê bûn. Hemûyan jî winda kir. kî hat çîrokek got. A rast pirsgirêk mezintir kirin. Ew bi xwe jî bi hinceta ji bo tayînkirina qeyûman bawer nakin. Divê di pêvajoya darazê de pesend bikin ku ji bo çi qeyûm tayîn kirine. Lêpirsînek heye lê belê dadgeheke bi dawî bûbe tune ye. Li vira darazê biryara xwe daye. Yanî ev mudaxileyeke bêhiqûqî ye." 
 
ROJ ROJA GAVAVÊTINÊ YE 
 
Kemalbay, destnîşan kir ku divê partiyên di meclîsê de li dijî qeyûman xwedî helwesteke hevpar bin û got: "Êdî roja gavaêtinê ya tifaqa demokrasiyê hatiye. Êdî divê em zelal bin. Em ê pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi diyalogê û bi rêbazên demokratîk hel bikin an wê Tirkiye bibe welatekî bi hqûqê nayê birêvebirin? An em ê detkeftiyên xwe winda bikin? An jî em ê demokrasiyeke rasteqîne ava bikin?" 
 
Kemalbay, destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de israra xwe ya ji bo demokrasiyê nîşan dane û got: "Îktîdara AKP-MHP'ê ji vê tehayula nû ya Tirkiyeyê ditirse. Êdî gel naxwaze rejîma yekzilamî, bêhiqîqîtiyan nas bike. Doza dmeokrasiyê dike. Loma divê em guh bidin daxwazên gel. Divê hêzên demorasiyê gavine biwêrek bavêjin. Di serî de CHP û bi giştî tevahiya partiyên muxalof divê tenê qîma xwe bi şermzarkirinê neynin, bi berpirsiyarî tev bigerin." 
 
Herî dawî Kemalbay destnîşan kir ku pêdivî bi yekîtiya demokrasiyê heye û got, divê hêzên demokrasiyê li dijî polîtîkayên qeyûman derkevin. Kemalbay, bilêv kir ku ev di asasê xwe de xwedîderketina li Stenbol, Îzmîrê û xwedîderketina li demokrasiyê ye."