Onlu: Heke tecrîd ranebe dê xesp bidomin

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê yê ji Rêxistinbûnê Berpirsyar Alîcan Onlu diyar kir ku heke tecrîd ranebe dê xesp bidomin û wiha got: "Heta tecrîd ranebe dê Tirkiye demokratîk nebe, civaka Kurdistanê azad nebe, Destûra Bingehîn a Demokratîk û aştiya bi rûmet pêk neyê." 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Rêxistinbûnê Berpirsyar Alîcan Onlu têkildarî nexşerêya HDP'ê, tayînkirina qeyûman û tecrîda Îmraliyê nirxand û wiha got: "Heke tecrîd ranebe dê xesp bidomin. Heta tecrîd ranebe dê Tirkiye demokratîk nebe, civaka Kurdistanê azad nebe, Destûra Bingehîn a Demokratîk û aştiya bi rûmet pêk neyê. Tecrîda li ser Brêz Ocalan bi hevdîtineke parêzerek du parêzeran ranabe. Divê bi awayekî rêk û pêk bi Ocalan re hevdîtin bên kirin. Weke Ocalan jî gotiye divê aqilê dewletê yê rasyonel bikeve dewrê. Ji bo tiştên hatin serê 3 şaredariyanneyên serê şaredariyên CHP'ê û şaredariyên din divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe."
 
'DESTHILAT BI TENÊ MA'
 
Onlu da zanîn ku desthilatê bi tayînkirina qeyûman xwest ku HDP'ê bi tenê bihêlê lê ew tenê ma û ev tişt anî ziman: "Piştî 1'ê Îlonê me hedefeke dirêj daye pêşiya xwe. Hin planên me yên dema dirêj û hin planên dema kurt hene. Dê çalakiyên me girsetir bibin. Divê gelên Tirkiyeyê jÎ bertek nîşanî vê yekê bidin û di nav piştevaniyê de bin. Ji bo bertekên me bibine civakî jî xebatên me hene, dê ev yek jî pêk bê. Heta ku her sê şaredarî careke din bê girtin çalakiyên me bênavber bidomin. Îro bi rûniştinê çalakiyên me didomin dibe ku sibê bi rêbazeke din bidomin. A esas jî divê qeyûm meşrû neyê dîtin."
 
Onlu bal kişand ser helwesta CHP'ê ya li dijî tayînkirina qeyûman û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Daxuyaniya didin dibêjin ku tu aliyekî hiqûqî yê tayînkirina qeyûman tuneye. Ev baş in lê kêm in. Daxuyanî nikarin xespê bidine rawestandin. Divê ku em alternatîfa desthilatê biafirînin. Tenê ne bi CHP'ê re kî dibe bila kesên ku ji desthilata AKP-MHP'ê mexdûr bûne û bawer dikin ku dê mexdûr bibin, em dikarin bi wan re hevkariyê bikin. CHP û Davûtoglû Babacan ew jî dê ji xespê rizgar nebin. Divê qada berxwedanê ya civakî berfireh bibe. Heke em xespa îro paşde bistînin em ê xespa ku li dijî CHP'ê pêk were jî rawestînin." 
 
MA / Selman Guzelyuz – Dîren Yûrtsever