Canbaz: Bi qeyûm dixwazin civakê tecrîd bikin

img

AMED - Parlamentera HDP'ê Stenbolê Dilşat Canbaz, diyar kir ku îktidara AKP'ê bi tayînkirina qeyûman dixwaze hemû civaka Tirkiye tecrid bike û wiha got: “Divê her kes ji bo Amed Mêrdîn û Wanê rabe ser piyan. Divê her her kes eniya Tirkiye li dijî qeyûm rake ser piyan. 

 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'e Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ê Wan, Amed û Mêrdînê kir. Hevşaredarên HDP'ê jî ji peywirê girt. Bertek û nerazibûnên li dijî tayînkirina qeyûman 10 rojin didome. 10 nojin her roj li Amed, Wan û Mêrdînê çalakî tên li darxistin. Parlamentera HDP'ê Stenbolê Dilşat Canbaz, diyar kir ku îktidara AKP'ê bi tayînkirina qeyûman dixwaze hemû civaka Tirkiye tecrid bike û wiha got: “Divê her kes ji bo Amed Mêrdîn û Wanê rabe ser piyan. Divê her her kes eniya Tirkiye li dijî qeyûm rake ser piyan. Divê her kes piştevanî û şewirmendiyê xurt bike. Tayînkirina qeyûm tenê ne li ser gelê Kurd e. Qeyûm tayinî eniya Tirkiye jî hatiye kirin. Divê li dijî tayînkirina qeyûm eniya Tirkiye jî têkeve nava liv û tevgerê. Ger ku em hilbijartina 23'ê Heziranê û encama wê binerin, divê cemaweriya Tirkiye li dijî tayînkirina qeyûm dengê xwe bilind bikin. Tayînkirina qeyûm a Wan, Amed û Mêrdînê di heman demê de tayînkirina qeyûm a eniya Tirkiyeyê ye. Di hilbijartina Stenbolê de Kurdan mohra xwe lêxist. Ji ber vê yekê dixwazin gelê Kurd ceza bikin. Bi xezpkirina vîna gelê Kurd, dixwazin ceza bikin." 
 
BI TECRÎDÊ DIXWAZIN GELÊ TIRKIYE TECRÎD BIKIN'
 
Canbaz, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkaya qeyûm dixwaze hemû gelê Tirkiye tecrîd bike û wiha bi dawî kir: "Ger ku hûn kurd bin mafê we yê jiyanê tune ye. Dixwazin îzole bikin. Eniya Tirkiye ji xwe bêdeng dikin. Yên ku ji bo parastina mafên xwe derdikevin kolanan li gel di destê wan de dar û ber tune jî dîsa destûr nadin daxuyaniyê bidin. Dixwazin têxin bin tecrîdê. Îktîdara AKP'ê her ku lawaz dibe bêtir zorê bikar tîne. Êrîş dike. Di ser HDP'ê re peyame dide gelê Tirkiye. Ji ber ve yekê divê her kes li Amed, Mardin, Wanê xwedî derkevin û dengê xwe bilind bikin. Ne tenê gelê Kurdistanê divê hemû Tirkiye têkeve nava tevgera."