Wekîlê CHP’ê, siyasetmedarên HDP’î yên li Kandira ziyaret kir

img

STENBOL - Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Yildirim Kaya, siyasetmedarên HDP’î û nivîskarên Cûmhûriyetê yên li Girtîgeha Kandira girtine ziyaret kirin. Kaya diyar kir ku li dijî tune hesibandina vîna gel û qetilkirina demokrasiyê, ewê demokrasiyê tim bidin jiyîn.

 
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Yildirim Kaya, nivîskarên Rojnameya Cûmhûriyetê Guray Tekîn Oz, Haci Mûsa Kart û Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP’ê yên berê Sebahat Tûncel, Selma Irmak, Sirri Sûreyya Onder, Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevşaredara Dersimê ya berê Nûrhayat Altûn ên li Girtîgeha Kandira tên girtin, ziyaret kirin.  
 
Kaya piştî serdanê ev daxuyanî da: “Li vê girtîgehê nivîskarên Cûmhûriyetê girtîne. Li dijî kesên xwestin kîlît li rojnameya Cûmhûriyetê bidin, em hetin serdana wan. Îro li vê girtîgehê parlementer û hevşaredar girtine. Li dijî tune hesibandina vîna gel û qetilkirina demokrasiyê, emê demokrasiyê tim bidin jiyîn. Kesên ku îro di vê girtîgehê de girtine, teqez wê rojekê azad bibin û emê bi hevre di rojên azad de hev bibînin.”