Ozgokçe: Qeyûm bi 700 hezar lîreyî kinc kirîn, wê gel hesab bipirse

img
WAN - Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bedîa Ozgokçe ku qeyûman wekî "heydût, rêbir" binav kir, diyar kir ku wê bloka AKP-MHP'ê bi têkoşîna gelê kurd biçe û got: "Wê gelê Wanê hesab ji kesên pereyên wan dizîne bipirse." 
 
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ku Wezîrê Karê Navxweyî qeyûm tayînî şûna wê kir, polîtîkayên qeyûman û bertekên gel ên li dijî tayînkirina qeyûman ji bo ajansa me nirxand. 
 
'RÊBIRÎ YE' 
 
Ozgokçe, destnîşan kir ku demeke dirêj e ku hikûmet di nav krîzeke meşrûiyetê de ye. Ozgokçe, bilêv kir ku ew bi pêkanîneke ku li tu devera cîhanê nayê dîtin re rû bi rû ne û vê pêkanîna nîvê şevê hat kirin wekî "rêbirî/heydûtiyê" şîrove kir. Ozgokçe, destnîşan kir ku ev rêbirî di sala 2016'an de jî hatiye kirin û got: "Di sala 2016'an de jî ber destê sibehê qeyûm tayînî şaredariyên me kiribûn û şaredarên me girtibûn. Wê demê ji ber êrîşên dijwar ên hikûmetê civakê pir nikaribû berteka xwe nîşan bide. Wê demê gelek kes b hinceta têkiluay wan bi terorê re heye ji kar hatin avêtin û hatin girtin. Lê niha bi rojan e gel li kuçe û kolana ye û her diçe ev bertek zêdetir dibe. Mirov li kuçeyan e û nerazîbûna xwe nîşan didin. Bi tayînkirina qeyûman darbeyeke siyasî hat kirin. Wê nikaribin vês erdemê ji cîhanê re vebêjin." 
 
Ozgokçe, bilêv kir ku di hilbijartina 31'ê Adarê de gel di sindoqê de bersiva daye û got: "Gel di 31' Adarê de gotina xwe pir aşkere got. Gel got 'wê kesên hatine tayînkirin biçin, wê vîna gel were. Wê mala gel bê vekirin.' Gel, divêtiya vê peyamê bi cih anî. Lê belê AKP, KHK'yên di dema Rewşa Awarte de xistin dewrê û polîtîkaya xwe yî qeyûman careke din dubare kir." Ozgokçe,î diyar kir ku li vî welatî vîna gel tim tê binpêkirin û mafê hilbijartin û bijartinê yê gel tim ji holê tê rakirin û got: "Darbe li ser darbeyê pêk tê. Lê belê gel van tiştan hemûyan li cem xwe qeyd dike. Em vê helwesta gel baş dizanin. Gel dizane wê kengî bersiva xwe bide û wê bide jî. Em niha li bendê ne g-ku civak wê hêrsa xwe yî civakiyî nîşan bide. Wê ev neheqî wis anemînin û wê gelê Wanê hesab ji kesên pereyê wê dizîne bipirse." 
 
'WEXTÊ WAN Û ÇÛYÎNÊ HAT' 
 
Ozgokçe, diyar kir ku li dijî mewzûatê li gor dilê xwe qeyûman tayîn dikin û got: "Gelê kurd tim û tim bi van neheqiyan re rû bi rû dima. Em jî bi salan e li dijî van neheqiyan bi parastina rewa tev digerin û bi ser dikevin. Ew çi qasî êrîşî gel bikin jî em tim û tim van êrîşan pûç dikin. Çimkî vîneke me ya wisa xurt heye. Em tim dibêjin 'em van pêkanînan qebûl nakin û em ê nekin' û ji bo aştî û edaletê bang dikin. Dema em li dîroka siyasî ay Tirkiyeyê dinerin, gelê kurd destek dabe kîjan partiyê ew partî bûye îktîdar. AKP, dema di 2002'an de hat bi dengê kurdan bû îktîdar. Lê niha gelê kurd dibêje êdî wextê vana û çûyînê hatiye. Belê wextê wan û çûyînê hatiye. Wê bloga AKP-MHP'ê bi vîna gelê kurd û têkoşîna wê biçe." 
 
'BUDÇE PÊŞKEŞ KIRINE' 
 
Ozgokçe, bilêv kir ku di sala 2016'an de dema qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatiye kirin qeyûman budçeya şaredariyê bia wayekî bêpewra bi kar aniye û got: "Wê demê qeyûman bi fermanê her tişt dikir. Kes li ber wan dernediket. Pêvajoya KHK'Yan ji xwe re wek firsendekê didîtin. Wê demê talan û nelirêtî ket dewrê. Îhaleyên şaredarê bê şert û emrcê dan fîrmayên li Kayserî, Trabzon û Xarpêtê. Qeyûman çi kiribe me hemû nelêtiryên wan etspît kirin. Budçeya şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Meela tadîlata Parka Kocaleyê berî qeyûm bê tayînkirin hatibû kirin. Lê belê wexta qeyûm hat dîsa dest bi tadîlatê kir. Heta ji bo çêkirina wê serî li xizmeta şêwirmedniyêd aye û 500 hezar lîre ji bo vê daye. Di nav parkê de ji bo qeyûm hevjîna wî mescîdeke taybet hatiye çêkirin û ji bo wan bi 48 hezar lîreyî têfik û tiştên din hatiye kirîn. restorana li parkê ji bo qeyûm û derdora wî xebitiye. Ev kargeh zirar kiriye. Lê belê dema em hatins er kar di nav du mehan de ew kargeh 240 hezar lîre pere zenc kir." 
 
Her wiha Ozgokçe bilêv kir ku keştiyeke bi 600 hezar lîreyî ya şaredariyê hebûye û got: "Lê belê qeyûm bi 648 hezar lîreyî keştî dîzayn kiriye. heta qatek din jî li ser keştiyê çêkiriye. Ev der ji bo hevjîna xwe û hevalên wê çêkiriye." 
 
BI 700 HEZAR LÎREYÎ QATEK KINC 
 
Ozgokçe, nelirêtiyên qeyûm kirine got: "Her wiha ji budçeya şîrketa BELVAN a şaredariyê bi 700 hezar lîreyî qatên kincên hatiye kirîn. Nediyar e ji bo kê hatine kirîn, lê belê belgeyên wê hene. Divê hesabê van tiştan hemûyan bê dayîn. 1.2 milyar deyn bi vî awayî çêbûye. Me bi çavê xwe dît qeyûm bi feraseteke xespkirinê şaredarî bi rê ve biriye. Bi feraseteke talanker û xespkirinê zirareke mezin dan van bajaran." 
 
MA / Adnan Bilen - Cemil Ugur