Ozsoy: Dagirkeriya li Efrînê çibe, ya Başûr jî hemane

img

ENQERE - Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsiyara Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku ne tenê Bexda, Rêveberya Herêmî jî, piştgiriyê die operasyona Herêma Kurdistana Ferdere û got: “Dagirkeriya li Efrînê çibe, ya Başûr jî hemane. Brakujî tu feydê na de tu kesî.”

Wezareta Parastina Neteweyî, piştî “Operasyona Pençe” ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) di 27’ê Gulanê de li Herêma Birados a Herêma Kurdistana Federe da dest pêkirin, di daxuyaniya da de got, ewê dest bi “Operasyona Pençe-2” bikin. 
 
Ligel vê yekê di rojên dawî de Serokkomar, Serokwezîrê Iraqê û Serokê Herêma Kurdistana Federe hatin serdana Tirkiye û di nava heftê de jî, şendeyeke ji Hêzên Hewlekariya Iraqê pêk tê hat Tirkiyeyê û hevdîtin kirin.  Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsiyara Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy darbarê van pêşketina de axivî û nêrînên xwe anî ziman.
 
Ozsoy, diyar kir ku operasyona li Herêma Kurdistana Ferdere, hewldanek leşkerî ya berfirehe û wiha axivî: “Ne tenê rêveberiy aBexda, di heman demê de Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî piştgiriyê dide vê operasyonê. Ji salên 1980’yan ve Tirkiye di warê pirgirêka Kurd de, tim ‘operasyonên derveyî sînor’ li dar dixe. Lê heya niha tu encam bi dest nexistiye. Êdî wisan bûye pirsgirêk Kurd îro hîn zêdetir kûrtir û mezintir bûye. Wisan xuya dike ku dê ji vê operasyonê jî tu encaman bi dest nexin. Êdî pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkek siyasî û bi van rêbazan encam nayê girtin.”
 
‘PEYMANEK EŞKERE HEYE’
 
Ozsoy, derbarê şandeya Hêzên Ewlekariya Iraqê ya hat Tirkiyeyê de wiha bilêv kir: “Serokê Karê Derve yê Iraqê û Serokê Daîreya Îstîxbaratê hatin Tirkiyeyê. Bêguman girêdanbûna vê bi operasyonê ve heye. Ev dinava tifaqek çawan dene em nizanîn. Lê heta bêje vî karî sergirtî dikin. Ne tenê ji Bexdayê, di heman demê de ji îstîxbaret û nîqaşên Hewlêrê jî agahiyan tim digirin. Hevkariyeke eşkere û lihevkirinek heye. Bi vê gelek tiştan armanca dikin. Tirkiye dixwaze li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe. Em dikarin vê weke hewldana dagirkeriyê pênas bikin. Tirkiye dixwaze vê hewldana xwe heya Şengalê bibe û dor li Rojava bigire. 
 
‘MÎNA EFRÎNÊ’
 
Ozsoy, da zanîn ku Tirkiye hemû qezencên Kurdan ji bo xwe weke “gefa ewlekariya neteweyî” dibîne û wiha got: “Heya niha tişta ji Rojava xwest nekarî bigire. Vê carê jî di ser Başûr re dixwaze pêşketinên li Rojava asteng bike. Ji ber vê PKK’ê weke hedef nîşan dide. A rastin Tirkiye pişketin li Başûr jî ji bo xwe weke gef dibîne. Bi awayekê giştî li ser hemû qezencên Kurdan ên Rojhilata Navîn, êrîş hene. Dîsa di dîzayînkirina Rojhilata Navîn de, nexwazin qezencên Kurdan ên li Başûr, Rojava, Tirkiye û Îranê hebin. Ji ber vê bi awayî hişk êrîş dikin. Sibe ne du sibe li Îranê jî Kurd destkeftiyan bi dest bixin, dê êrîşî wir jî bikin. ji ber vê di polîtîkayên li dijî Kurd de israr dikin. Tişta ku duh li Efrînê kirin, îro dixwazin li Başûr jî heman tiştê bikin. Dagirkeriya li Efrînê dixwazin belavî Başûr jî bikin.”
 
‘BRAKUJÎ TU FEYDEYÊ NADE TU KESÎ’
 
Ozsoy, helwesta rêveberiya Herêma Kurdistana Federe jî rexne kir û wiha pê de çû: “Parlamentoya herêmê dinava bêdengiyek mezin deye. Pir kêm deng ji parlamentoyê derdikevin. Bi taybetî hêzên Başûrî, pêvahoyeke ‘brakujî’ jiyane. Teqez divê xwe ji vê yekê dûr bixin. Tu feydeya brakujiyê ji bo tu kesê tuneye. Divê kes neyê lîstikên Dewleta Komara Tirkiyeyê.”
 
‘LIGEL HEMÛ ŞER Û NAKOKIYAN YEKITIYA NETEWEYÎ’
 
Ozsoy, anî ziman ku êdî bêyî Kurdan ne pêkane ku Rojhilata Navîn bê dîzayinkirin û wiha domand: “Êdî pirsgirêka Kurd, li Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê, bi awayekê cîdî tê nîqaşkirin. Ev nîqaş, hin caran vediguhere nîqaşên leşkerî û dîpmasiyê. Heya pirsgirêka Kurd li her 4 welatan jî, neyê çareser kirin, dê krîzên siyasî bi dawî nebin. Dinava 5-6 salên dawî de êrîşî Kerkuk, Efrîn, Cîzîr, Sûr û gelek bajarên Kurdistanê kirin. Divê sazî, partî û dezgehên Kurdan van êrîşan bibin û ji bo yekitiya neteweyî bikevin nava hewldanan. Yekitiya Kurdan pir girînge. Disa divê Kurd li ser erdnîgariya lê ne, têkiliyên xwe bi gel û neteweyên cuda re kûr bikin. Me mînake vê yekê li Rojava dît. Hêzên Kurdan û siyasetmedarên Kurd ji bo ku li hemberî dîrokê nekevin nava şermê, tişta ji destê wan tê dive ji bo yekitiya neteweyî bikin.”
 
MA / Bêrîvan Altan