Hatimogullari: Ger em xwe birêxistin nekin emê winda bikin

img
EDENE - Parlementera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmoglûllari, di Kongreya HDP’ê ya na Navçeya CEyhanê de axivî û got: “Rêxistinbûyîn pir girînge. Ger em xwe birêxistin nekin, emê winda bikin.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Ceyhan a Edenê, 3’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Parlementerên HDP’ê yên Edenê Tulay Hatimogûllari, Kemal Pekoz û Serokê Şaredariya Ceyhanê yê CHP’ê Kadîr Aydir û gelek kes beşdarî kongrê bûn. Salona kongreyê bi alên HDP’ê hatin xemilandin, pankartên “Ji rikan re aştî”, “Ji rikan re azadî” û “Ji rikan re demokratîsî” bi salonê ve hatin daliqandin. Kongre bi hilbijartina dîwanê û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Mahsûn Erîg, axatina vekirinê ya kongreyê kir û wiha got: “Ev kongreya me pir bi nirxe û em girîngiyê didin rêxistinbûyînê.”
 
Serokê Şaredariya Ceyhanê yê CHP’ê Kadir Aydar, piştî axaftina Erig axaftinek kurd kir û wiha  got: “Di xebatên me bi HDP’ê re meşand de, me dît ku jin çiqasî bi rêxistinin û pêşengtiyê dikin. Emê dinava van 5 salan de bi ligel we bin.”
 
‘GER EM XWE BIRÊXSITIN NEKIN EMÊ WINDA BIKIN’ 
 
Parlementera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllarî jî, diyar kir  ku ew hêza xwe ne ji hilbijartinan, ji civaka muxalîf digirin û wiha axivî: “Em xwe birêxistin bikin û azad bibin. Ger em xwe birêxistin nekin, emê winda bikin û mehkûmê windakirinê bin.” 
 
Hatîmogûllari, bal kişand ser yekitiya gelan û wiha got: “Hemû gel di mehserek xizantiya giran re derbas dibin. Hikûmeta AKP’ê hem siyasete û hem jî aboriyê pir xerab birêve dibe. Êdî mirov dibin sînorê birçîbûnê de dijîn. Dîsan jin di HDP’ê de li dijî faşîzmê têdikoşin. Divê  em hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Jin tê wateya jiyanê. Jin tê wateya azadiyê. Emê hemû bi hevre xwe birêxistin bikin û bi hevre têbikoşin.”
 
 Piştî axaftinan rapora xebat û maliyetê hat xwendin. Dûre ji bo Hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Ceyhanê Delal Mamûk û Seyfettîn Aydemîr hatin hilbijartin.