Guven bang li Barzanî kir: Divê axa pîroz ji Tirkiyeyê re neyê vekirin

img

AMED - Hevseroka KCD û Parlementera HDP’ê Leyla Guven, banga li Serokê Herêma Kurdistana Federe yê berê Mesut Barzanî kir û got: “Divê axa pîroz ji Tirkiyeyê re neyê vekirin. Mesût Barzanî gotibû ‘em Birakûjiyê’ naxwazin. Ger naxwaza, wê demê dê wê axê ji bo Tirkiye veneke. Ew der ne tenê axa KDP’ê ye, axa hemû gelê Kurde û axa Başûre.” 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şîara “Em bi siyaseta demokratîk faşîzmê hilweşînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin’ Konferansa Herêma Amedê li dar xist. Konferansa li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya HDP’ê ya Amedê hat lidarxistin. Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Endamên Meclîs û Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê, parlementer, hevşaredarên bajêr û navçeyan, Endamên MYK û meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk û Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî konferansê bûn. 
 
Ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de, jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û konferansê dest pê kir. Dûre ji bo dîwana konferansê Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsê Rêxistinkirina HDP’ê Alîcan Onlu, Endama MYK’a HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan û Endamê Meclîsa HDP’ê Îzzet Karadag hatin hilbijarin.
 
'JI BO DEMOKRASIYÊ, DIVÊ FAŞÎZM BÊ HILWEŞANDIN’
 
 Endamê MYK’a HDP’ê Alîcan Onlu axaftina vekirinê konferasnê û bal kişand ser salvegera 37'emîn berxwedana rojiya mirinê ya di 14'ê Tîrmeha 1982’yan de li Girtîgeha Amedê pêk hat. Onlu, berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn û wiha got: “Em konferansa xwe û xebatên xwe yên rêxistinkirinê di vê çarçoveyê de pêk dixwin. Ji bo ku li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve, teqez divê faşîzm hilweşe. Êdî dem dema avakirinê ye. Ev konferans jî konferansa avakirinê ye. Heya ku faşîzm têk ne, Tirkiye demokratîk nabe.” 
 
'KEMALAN, XEYRÎYAN Û SARAYAN MORA XWE LI DÎROKÊ XISTIN’
 
Hevseroka KCD û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, dûre di konferansê de axivî û wiha got: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan me çalakiya greva birçîbûnê li dar xist. Hatina vê salonê xeyal bû, pir dûr bû û me xatirê xwe ji we hemûyan xwestibû. Lê tenê hêviyek hebû. Ji ber vê pir bi hêvîme. Em di rojek dîrokî de vê konferansê li dar dixin. Gelê Kurd berxwedana 14’ê Tîrmehê baş dizane. Dîrokek ji agire. Hevalên me li zindana Amedê, li zindana îşkencê dest pê kirin. Polîtîkayên qirêj û îşkence qebûl nekirin. Li ser mirovên me yên dervede tim zext hebûn. Ji bo vê yekê şermezar bikin, dest bi çalakiya mezin a rojiya mirinê kirin. Weke zeleyekê li rûyê faşîzma Kenan Evren û Esat Oktay ketin. Dîrok guherî û kesekê pê bawer nedikirin ku mirov li zindanan tiştekê bikin. Çekên wan tune bû, bi beden û canê xwe li dijî pergalê serî rakirin. Ji bo têkoşîna gelê Kujrd bûn bersivek herî mezin. Rêhevalên me yên qehreman şehîd bûn. Wê demê bi hezaran mirovên me  li girtîghehan rastî îşkenceyên giran hatin. Kemalan, Xeyriyan, Sarayan, Çaran û bi hezaran hevalên me mora xwe li dîroka gelê Kurd xistin. Em gelek deyndarê wane.”
 
‘EV ROJ, ENCAMA BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ YE’
 
Guven, anî ziman ku bi ser berxwedana 14’ê Tîrmehê re 37 salan derbas bûn û wiha bilêv kir: “Tam 37 sal derbas bûn. Pergal dîsan dixwaze ku em bedel bidin. Wisan difikirin ku gelê Kurd dê xwedî vîn û nasnameya xwe dernekeve. Gelek hevalên me yên mîna Zulkuf, Ayten û Mazlûm, ji me re gotin her tişt ne guheriye. Ji bo me nîşan dan ku rihê 14’ê Tîrmehê hîna pir zindiye û Birêz Ocalan xeta me ya sore. Got ku ger daxwazên me neyin qebûl kirin, dengê me neyê bihistin, emê zindanan veguherînin qadên berxwedanê. Ji ber vê çalakiyên fedaî li dar xistin. Em hemû hevalên xwe yek bi yek bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev roj encama berxwedana hevalên me ne. Em soz didin wan ku emê ne tenê ji bo rakirina tecrîdê, emê heya azadiya Birêz Ocalan û gelê Kurd têbikoşin.”
 
BANG LI BARZANÎ KIR KU LI DIJÎ OPERASYONAN DERBIKEVE
 
Guven, bal kişand ser operasyona derveyî sînor jî û wiha domand: “Li Başûrê Kurdistanê dest bi operayoneke qirêj hatiye kirin. Carek din hewl didin, qezencên Kurdan tune bikin. Li dijî vê pêwîstî bi rêxistinbûyînê heye. Pêdivî bi vînek bi hêz heye. Nêzî 200 rojan me  li ber xwe da û em bi serketin. Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re pêk hat. Îro li Tirkiyeyê HDP’ê xwedî rolek girînge. HDP ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bûye hêvî. Emê rêxistinbûyîna xwe ava bikin û derbikevin kolan û koçeyan.  Gelê me li benda me ye. Bi taybetî dayik û jinên di dema grevên birçûbûnê de qad terk nekirin li benda me ne.”
 
 
'ÊRÎŞA LI DIJÎ BAŞÛR, DI HEMAN DEMÊ DE ÊRÎŞA LI DIJÎ AMEDÊ YE’
 
Guven, bang li rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir û wiha dawiya li axaftina xwe anî: “TSK li Herêma Kurdistana Ferdere, operasyonê bi rêve dibe. Divê axa pîroz ji bo Tirkiyeyê neyê vekirin. Mesût Barzanî gotibû ‘em Birakûjiyê’ naxwazin. Ger naxwaza, wê demê dê wê axê ji bo Tirkiye veneke. Ew der ne tenê axa KDP’ê ye, axa hemû gelê Kurde û axa Başûre. Çawan ku li Rojava rihê yekitiya neteweyî derket holê, ev rih divê îro li Başûrê Kurdistanê jî derbikeve holê. Divê ev ax li Tirkiyeyê neyê vekirin. Emê temaşeyî vê rewşê nekin. Emê bêdeng nemînin û emê tu carî qebûl nekin. Êrîşa li ser Başûr, di heman demê de êrîşa li dijî Amed û Rihaye. Divê dest ji van polîtîyan bê beran û polîtîkayên li gorî rihê yekitiya neteweyî bên birêve birin. Ji ber vê yekê, divê gavên rast demildest bên avêtin.” 
 
Piştî axaftina Guven, konferansa ku dê du rojan berdewam bike, li çapemeniyê girtî dewam kir.