Temellî: Niha dem dema demokrasiya radikale

img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku divê li Tirkiyeyê aştiya civakî bê mezinkirin û got: “Niha dema têkoşîna demokrasiya daîmiye û dem dema demokrasiya radikale. Êdî dema rêxistinkirina vê fikriyatê ye.”  

 
Rêxistina Partiya Demokratîk Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi şîara “Emê bi Siyaseta Demokratîk Faşîzmê Hilweşînin, Tirkiyeyê Demokratîk bikin’ li Daîreya Zewicandinê ya li Kadkoyê Konferansa Herêma Marmara li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû , Parlementerên HDP’ê, rêveber û endamên HDP’ê yên navçe û bajarên Herêma Marmara beşdarî konferansê bûn. 
 
‘HIŞMENDIYA DARBEYA 1980’AN DEWAM DIKE’
 
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsiyarê Rêxistinbûyîna HDP’ê û Parlementerê Dersîmê Alîcan Onlu, axaftina vekirinê ya konferansê kir û got: “Îro rêveberên şaredariya me ya navçeya Qereyazi ya Erzînganê hatin binçavkirin. Hişmendiya darbeya faşîst a 1980’iyan dewam dike.”
 
‘EMÊ JI PAŞEROJÊ DERSAN DERXÎNIN’
 
Piştî axaftina Onlu, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û wiha got: “Ji bo ku em xebatên xwe yên Herêma Marmara bigirin dest û ji nû ve binirxînin, me îro xebat wiha li dar xist. Dest pêkê me bi Komxebatekê dest pê kir. Heya niha me konferansên gelek herêman li dar xist. Me îro li Marmarane, di rojên pêş de jî emê li Amedê konferansên xwe li dar bixin. Piştî konferansên herêman, emê di 3 û 4 Tebaxê de, konferansa rêxistinbûyîna mezin li dar bixin. Ev girînge. Em heya niha bi  binyata xwe ya rêxistinkirî re, têkoşînek mezin da. Me ev yek bi ser xist. Partiya me îro 6 saliye û ev 6 salin di siyaseta Tirkiyê de cih digire. Emê bi vê hemleya xwe ji nû ve rêxistinkirinê re, dest bi rêxistinbûyînek zindî bikin. Di vê çarçeveyê de, emê ji paşerojê dersan derxînin û wisan dest bi pêvajoyek nû bikin.” 
 
‘WERIN EM DI HDP’Ê DE CIVAKÎ BIBIN’
 
Temellî, da zanîn ku divê civak bê parastin û wiha bilêv kir: “Werin em hemû bi hevre, di HDP’ê de  siyaseta civakî bikin û civakê siyasî bikin. Werin em bi vê hewldana xwe  têkoşîna xwe mezin bikin û rêxistinbûyan xwe bi hêztir bikin.”
 
Temellî, dest nîşan kir ku divê li Tirkiyeyê aştiya civakî bê mezinkirin û got: “Niha dema têkoşîna demokrasiya daîmiye û dem dema demokrasiya radikale. Êdî dema rêxistinkirina vê fikriyatê ye.”
 
Piştî axaftina Temellî, civîn ji çapemeniyê re girtî dewa kir.