Temellî: Pergala serokkomariyê rewşa nebirêvebirinê ye

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî têkildarî daxuyaniyên tifaqa AKP-MHP'ê yên ji bo revîzekirina pergala serokkomariyê ev tişt got: "Heke hûn nikarin bi rê ve bibin navê kod ê vê yekê: Pergala Hikûmeta Serokkomariyê ye. Hûn bixwe wergeriyane mekanîzmaya ku krîzê ava kiriye." 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di komcivîna hevftane ya partiya xwe de axivî. Sernavên axaftina Temmellî wiha ne:
 
"Astengiya herî girîng a li pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê rêveberiyên herêmî ne. Em di vê mijarê de amade ne ku bêyî cûcakirina partiya piştgiriya vê yekê bikin. Nêrîneke me ya  dê pêşiya Tirkiyeyê veke û bigihîne aşîtiyê heye. Dema rêxistibûnkirina vê yekê ye. Ji ber vê sedemê em herkesî vedixwînin HDP'ê.
 
Ez dixwazim Wedat Aydin bi bîr bînim. Bi rêzdarî bi bîr tînim. Rûperê reş ê salên 1990'î vê komkujiyê vekir. Em kujerên wî zanin lê derneketin holê. Dixwazim Elî Îsmaîl Korkmaz, Elîşêr û Zarîfe, Komkujiya Bosnayê bi bîr bînim. Kesên ku em wan bi bîr bînin gelek in. Bîranîn banga rûbirûbûnê ye. Di bin sîwana Meslisê de em careke din banga dubare dikin. Divê Komîsyona Heqîqetê demek zûtir bê avakirin. 
 
17'emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê biryareke tazmînatê da. Tu tazmînat nikara van êşan bikuje. Dema ku vê biryarê da jî têkildarî kesên ku îhmala wan heye çekûyek da. Biryara derbarê berpirsyarên komkujiyê (Komkujiya 10'ê Cotmeha ya Enqereyê) derbasî qeydan bû. We ji komkujiya hêviya ku dengê xwe zêde bibin kir. 
 
Weqfa SETA'yê lêkolîneke bi rengî dike, "Niçikên Saziyên Çapameniya Navneteweyî yên Tirkiyeyê". rojnamegeran hedef nîşan dide. Ka hûn li kesên ku bi çîrokên bîrnameyan hatin ser desthilatê binêrin îro ketine çi rewşê. Ev çi tabloyeke zelûl e. 
 
Di salên 1990'î de vî karê biryargehan dikir, niha saziyên lêkolînê dikin. Wê demê me serdem qevizandine! Dema vê yekê dikin me jî ji bîr nakin. HDP'ê jî têde bi cih kirine. Têkiliya bi me re bi serê xwe bûye hedef nîşandan. Hindik maye ku nûçeyên têkildarî HDP'ê weke sûc bên hesibandin. Sûc kirina rojnamegeran a girtîgehan e. Tirkiye di azadiya çapameniyê de li cihanê di rêzên dawiyê de ye. 
 
Ji bo berdewamkirina vê pergalê dixwazên hemû tiştên têkildarî jiyana demokratîk ji holê rakin. Di pêşiya tunehesibandina azadiyan de ne. Dê MR'ya pergalê bikişînin. Hûn kurte fîlmê salekê yê pergalê bikişînin. Bila ev nelirêtiyên ku we kirine bibin dîrok. Pergala serokkomariyê rewşa nebirêvebirinê ye. Heke hûn nikarin bi rê ve bibin navê kod ê vê yekê: Pergala Hikûmeta Serokkomariyê ye. Hûn bixwe wergeriyane mekanîzmaya ku krîzê ava kiriye." 
 
Ka 5 pûan ji faîze daxînin em bibînin ku çi ji enflasyonê dibe. Têkiliyeke bi rengî tuneye. Em di dîrokê de bûyerên bi vî rengî re rû bi rû mane. Bi Çîller re em bi vê rewşê re rû bi rû man. Bi me re bîra fîlê heye. Li gel ku Çîller profesora aboriyê bû jî welat ber bi krîzê ve bir."