HDP’ê konferansa xwe ya Anatoliya Navîn li dar xist

img
ENQERE – HDP’ê Konferansa Rêxistinbûyînê ya bajarên Anatoliya Navîn li dar xist. Parlamanter Tayîp Temel di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyînê ya HDP’ê. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Konferansa Rêxistinbûyînê ya bajarên Herêma Anatoliya Navîn li Navenda Giştî li dar xist. Ji bajarên Enqere, Konya, Eskîşehîr, Kayserî, Kirşehîr beşdarvan tev li konferansê bûn. Rêveberên HDP’ê jî di civînê de amade bûn û li ser pirsgirêkên rêxistinbûyînê yên HDP’ê nîqaş kirin. 
 
Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel di konferansê de axivî û diyar kir ku HDP xwedî cihek xwe yê krîtîk e û bal kişand ser rol û mîsyona rêxistinbûyîna HDP’ê.