Koçyîgît: Stratejiya HDP'ê fêrbûnan guhert

img

STENBOL - Berdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît tevlî bernameya kedkaran cemaweriyê bû, bal kişand ser hilbijartinên Stenbolê û diyar kir ku Stratejiya HDP'ê fêrbûnan guhert. 

Kedkarên cemaweriyê yên endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi armanca nirxandin û nîqaşkirina dema pêş, li Navenda Giştî ya HDK'ê ku li Taksîmê ye li hev civiyan. Hevberdevkên HDK'ê Sedat Şeneroglû û Gulistan Koçyîgît jî tevlî civînê bûn. Axaftina vekirinê Gulistan Koçyîgît kir. Koçyîgît diyar kir ku di pêvajoyeke giran re derbas dibin û wiha got: "Em ji 7'ê Hezîrana 2015'an ve bi konsepteke êrîşkar a dewletê re rû bi rû ne. Dewletê di gelek wateyan de ji bo paşdexistina siyasetm û têkoşîna demokratîk planeke kiriye meriyetê. Ev yek xwe li gelek deveran dide der. Tê xwestin hemû nirxên ku siyasetê civakî dikin ji holê bên rakirin."
 
'HDP'Ê HEVKÊŞEYEKE GIRÎNG DA AVAKIRIN'
 
Koçyîgît bal kişand ser stratejiya HDP'ê ya hilbijartinên 31'ê Adarê û ev tişt anî ziman: "HDP'ê beriya hilbijartinan stratejiyek diyar kir. Ev stratejî li Tirkiyeyê fêrbûnan guhert. Hevkêşeyeke siyasî ku civakê mehkûmî 2 bendbendiyê dikir dihat avakirin. Bi vê yekê dihat xwestin tişta alternatîf di navbera van her du bendbendiyan de neyê dîtin û jê bê birin. Li dijî vê hevkêşeyê pêngava ku HDP'ê avêt, îro bi goşt û hestî bûye, qada ku xîtabî wê dike berfirehtir kiriye û kiriye ku HDP'ê ji nû ve derkeve holê. Parastina vê stratejiyê ya ji bo hilbijartina 23'ê Hezîranê, bi manîpuleya ku 2 rojên li ser Brêz Ocalan dikin jî derketiye holê ku çiqas faşîzma AKP û MHP'ê tengijandiye û têk biriye. Em weke HDK lihevkirina demokratîk, siyaseta azad, pêşdeçûna siyaseta demokratîk a di çarçoveya prensîbên hiqûqî yên gerdûnî de û avakirina tîfaqa makeqanûnî weke rojeva sereke digirine dest. Li gorî min divê ev mijar bi kedkarên cemariyê re jî bê nîqaşkirin."
 
Piştî axaftina Koçyîgît civîn ji çapameniyê re girtî berdewam kir.