Kurd darizandina DAIŞ`ê ya li derveyî Sûriyê qebûl nakin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên Kurd ên Sûriyê diyar kirin ku ew tu pêşniyarên der barê darizandina DAIŞ`ê ya li derveyî sînorên Sûriyê napejirînin. Partiyan xwest ku DAIŞ`î li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne darizandin.

Wezîra Dadê ya Fransayê Nicole Belloubet roja pêncşemê diyar kiribû ku wan bi dewletên Ewropayê re mijara avakirina dadgeheke navdewletî ya darizandina DAIŞ`ê, li Iraqê, gotûbêj kirine. Partiyên Kurdî di civînekê de diyar kirin ku ew nêrîneke wiha na pejirînin. Partiyan xwestin ku çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî di nava sînorên Sûriyê de bêne darizandin. Cîgirê sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mistefa Meşayix bersiva pirsên ANHA`ê dan. Meşayix der barê mijarê de got:" Em ti Şêweyên darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li Sûriyê, derveyê axa Sûriyê napejirînin. Em dixwazin ku dadgeh di bin çavdêriya navdewletî, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bête damezrandin, ji ber wan çeyeyan kiryar û tewan li van deveran kirine. Emê vê mijarê di anva xwe de binirxînin ta ku bighêjin formeke diyar e".
 
Tê zanîn ku dadgehên Iraqê li gorî zagonên xwe, ne yên navdewletî, çeteyên DAIŞ`ê ceza dike, ta niha dadgehên Iraqê bi dehan çeteyên biyanî û Iraqî bi mirinê (îdam) ceza kirine. Hikûkemta Iraqê di 11`ê nîsana sala 2019`an ji hêzên hevpeymanê xwestibû ku çeteyên DAIŞ`ê yên li Sûriyê li ba QSD`ê girtîne, li ser axa Iraqê darizînin, lê baramberî wê du milyar dolar xwestibû. Hêzên Sûriya Demilratîk QSD`ê roja 23`ê adara vê salê ragihand ku wan DAIŞ`ê di hêla leşkerî de tune kirine û bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên Iraqî û biyanî girtine.