Berdevkê HDP'ê: Madem astengiya zagonî tune rêya Îmraliyê vekin

img

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, têkildarî daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul a "Astengiyên li pêş parêzeran hatiye rakirin" de got: “Madem astengiyên zagonî tune wê demê bi lez rê li pêş parêzeran vekin û bila rêya Îmraliyê vebe." 

Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay têkildarî geşedanên dawî li daxuyaniya Wezîrê Dadê ya der barê Îmraliyê de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay bal kişande ser greva birçîbûnê û diyar kir ku Hevseroka KCD'ê û parlameter Leyla Guven ev 191 roj in û bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "15 girtî 18 roj û 15 girtî jî 8 roj bi giştî 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Em hevdîtina 2'yê Gulanê ya parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke geşedaneke erênî dibînin. Li ser daxuyaniya Serokê MHP'ê Bahçelî me berê diyar kiribû ku daxuyaniyeke erênî ye. Wezîrê Dadê yê Tirk daxuyanî daye ku beriya bi çend rojan Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) ya Ewropayê Imralî jî di nav de serdana gelek girtîgehan kiriye û diyar kiriye ku li ber hevdîtina li Imraliyê tu astengiyeke yasayî tune. Em girîng dibînin ku Wezîr gotiye li pêş rakirina tecrîda li Imraliyê ti astengiyeke hiqûqî û yasayî tine." 
 
Kubîlay diyar kir ji niha û pê de tişta ku divê were kirin diyar e, wekî ku astengiyên yasayî nîn e divê parêzer zû bikaribin biçin Imraliyê û rê li ber van hevdîtinan were vekirin. Kubilay, têkildarî berxwedana dayikan da zanîn ku di serî de dayik çavê her kesî lê heye ku ev sûcê dermirovî demildest bi dawî bibe, tê xwestin ku nehiqûqî, nedadî û cihêkariya ku heta niha hatiye domandin xilas bibe.
 
Kubîlay gotina Dayika Aştiyê Nezahat Teke, ''Beriya ku em zarokên xwe di axê de veşêrin, em kîna dilê xwe di bin erdê de veşêrin'' bi bîr xist û got, daxuyaniyeke ji  vê kûrtir û zanatir nabe. Kubîlay li ser gotina 'cêhil' a ji bo dayikan jî got, ''Cêhiliya herî mezin e ku mirov ji bo dayikeke ku bi xwendin û nivîsînê nizane cêhil bibêje. Dibe ku ev dayik bi xwendin û nivîsînê nizanibin lê tiştek heye ku xwendin  û li aqilê xwe nivîsîne, ew jî ew e ku zarokên xwe bidin jiyîn.'' 
 
Kubîlay herî dawî wiha got: ''Wekî li ber tecrîda Imraliyê ti astengiyeke yasayî tine, parêzer demildest divê bikarbin biçin Imraliyê. Heke ji niha û pê de wê parezeran neşînin Imraliyê ev rewş beriya her tiştî kêfî ye, siyasî ye û ji bêqîmetbûna gotinên Rêzdar Wezîr pê de nayên ti maneyê.''