Olûç: Ma gotina ‘Bila Ocalan bi parêzeran re hevdîtinê bike’ pir zor e?

img

ENQERE – Serokwekîlî Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan bang li muxalefetê kir û got: “Gotina ‘Bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike, hiqûq pêk bê’ ji hêla ve gelek zor e?”

Serokwekîlî Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û têkildarî mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Olûç di destpêka axaftina xwe de 301 karkerên ku 6 sal berê li navçeya Soma ya Manîsayê jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anî û diyar kir ku li gel ku bi ser bûyerê re 5 sal derbas bûne jî adalet pêk nehatiye. 
 
HEVDÎTINA ÎMRALIYÊ 
 
Olûç di berdewamê de tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re bi bîr xist û pirsa ku sedema pêkneanîna qanûnan li AKP’ê kir. Olûç her wiha destnîşan kir ku hevdîtina demên dawî pêk hat ji bo rakirina tecrîdê û bidawîkirina grevên birçîbûnê ne bes e. Olûç her wiha ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bang li muxalefetê kir û ev tişt got: “Gotina ‘Bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike, hiqûq pêk bê’ ji hêla ve gelek zor e?”
 
TUNDIYA LI HEMBERÎ DAYIKAN
 
Olûç tundiya polisan a li hemberî dayikan jî bi bîr xist û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Deng derxistin mafê wijdanî yê dayikan e. Di heman demê de mafê wan ê maqeqanûnî ye jî. Vê nêzikbûna li hemberî dayikan bêhiqûqî ye.
 
TAYÎNKIRINA QEYÛMAN A LICÊ 
 
Olûç bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a keyayên Licê ku hê nû hatibûn hilbijartin jî da û ev tişt gotin: “Wezîrê Karê Hundir bi kîjan ferasetê keyayên ji peywirê girt û qeyûm tayînî şûna wan kir. Beriya çend rojan dîsa ji bo şeradariyan jî qala qeyûman kir. Ev bêhiqûqî ye.”
 
GOTINÊN BAHÇELÎ
 
Oluç li ser pirsa têkildarî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî ku ji bo hevdîtina parêzeran a bi Ocalan dabû  jî ev bersiv da: “Li gorî me hemû partiyên muxalefetê û partiya desthilatdarê jî divê li gorî hiqûqê tevbigerin û nêzî mafê girtiyan bibin. Gotinên Bahçelî îşaret bi vê yekê dikin. Divê partiyên din ên muxalefetê jî têkildarî mafê girtiyan heman wêrekiyê nîşan bidin. 
 
Olûç têkildarî hilbijartinên Stenbolê jî got ku biryara xwe dawiya hefteyê bi raya giştî re parve bikin.