Temellî: Ev tişta hûn dikin sûce, rezîltiye

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bertek nîşanî êrîşa polîsan ê li ser dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê dene da û got: "Ez bang  li kesên dinava kolanan de muameleya xerab li dayikan dikin dikim; ev tişta hûn dikin sûce, ji wê zêdetir rezîltiye."

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, berî civîna hevserokên xwe yên bajaran a li Navenda Giştî ya partiyê derbarê rojevên heyî de axivî. Temellî, xîtabî hevserokên bajaran kir û got: "Emê encamên hilbijartina 31'ê Adarê bi hev re binirxînin. Emê dîsan li ser rêxistinbûyîn û siyasetaya pêvajoya nû biaxivin. Stratejiya HDP'ê ya di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de pir xurt û girtîn bû. Stratejiya me kulvara siyaseta Tirkiyeyê guhert." 
 
'HERÎ ZÊDE HDP'Î Û GELÊ KURD BÛN MEXDÛRÊ TECRÎDKIRINÊ'
 
Temellî bi bîr xist tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve tecrîda mitleq e û domand, ''Herî pir HDP'î û gelê Kurd bûne mexdûrê vê pêvajoyê. Gelê Kurd, HDP, hêzên demokrasiyê, li dijî sazûmanbûna faşîzmê, li djî tecrîdê li dijî tecrîdkirina Tirkiyê ev 4 sal in têkoşîneke mezin didin. Gelek rewşenbîrên xwe me ji dest dan, gelek hevalên me ketin girtîgehan, ji şûnwarên xwe bûn. Lê ti caran me dev ji têkoşîna aştî û demokrasiyê berneda. Ji ber ku em dizainn heke Tirkiye ji van şertên tecrîdê û ji polîtîkayên şer wê rizgar bibe wê bi têkoşîneke biryardar a demokrasî û aştiyê ev ê pêkan bibe.''
 
TECRÎD LI SER HEMÛ KESANE 
 
Temellî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven bi bîr xist, got tecrîd li ser her kesî ye û domand, ''Leyla Guven tam jî xala ku vê nehiqûqiyê dest pê kiriye nîşan dide. Ango 5'ê Nîsanê ya ku beriya niha min bes kirî nîşan dide. Li gel Leyla Guven bi hezaran mirov di greva birçîbûnê de ne. Li girtîgehan gelek hevrêyên me di greva birçîbûnê de ne. Rewşa gelekan ji wan krîtîk e. Ev dibe ku rê li ber nexweşiyên mayinde jî veke û dibe ku em gelek mirovên xwe ji dest jî bidin. Dema kampanyaya hilbijartinê 8 hevalên me ji dest çûn. Dibû ev nebûya. Heke serweriya hiqûqê bihata bicihanîn wê ev rûdan nebûya. Gelek meseleyên ku bi grevên birçîbûnê derketin holê jî wê nebûna. Ev bêbihîstyarî ji ferzkirina rejîma otorîter pê ve ne tiştekî dî ye.''
 
EM BEHSA 165 ROJAN Û 5 MEHAN DIKIN'
 
Temellî diyar kir divê Ocalan demildest bikaribe parêzer û malbata xwe bibîne û got, ''Hevalên me yên di greva birçîbûnê de ji bo ku tecrîd rabe dengê xwe bilind dikin, ji bo ku Tirkiye vê rewşa tengezar derkeve pêdivî bi geşkirina têkoşînê heye. Ji bo vê jî em bang li hemû Tirkiyê, bang li rewşenbîr, nivîskar, sendîka û rêxistinên civaka sivîl dikin. Ev ji bo me hemûyan têkoşîna demokrasiyê ye. Ev gav ji bo me hemûyan hatiye avêtin. Em xwe bêbihistyar nekin. Li ser vê mijarê em li kûderê jî bin tişta hewce bikin. Em behsa 165 rojan, 5 meh û nîvan dikin. Êdî bihîstyarbûnê em tenê bi bangan nekin, em dengê xwe li dengê dayikan zêde bikin, li cem wan bin û wiha divê em nîşan bidin.''
 
'TIŞTA KU LI DAYIKAN TÊ KIRIN SÛC E'
 
Temellî xwest ku guh bidin dengê dayik û bavan û got, ''Ez bang li wan mirovan dikim ku li kuçeyan miemeleya xirab bi dayikan dikin. Ev tiştê ku hûn dikin sûc e, jê wêdetir, şepirzetî ye. Tirkiye ne mecbûr e ku van tiştan bijî.''
 
DAYIK RIKDAR IN, BIRYARDAR IN, WÊ WELÊT BIGUHERÎNIN
 
Temellî got,''Destilata dema ku ji bo berjewendiya xwe polîtîkayên şer dike, ev êşê dide dayikan. Dayik rikdar in, biryardar in, dayik kengî jî be wê vî welatî biguherînin. Dilxwazên demokrasî û aştiyê wê biguherînin. Me têkoşîna civakeke ku pir berdêl dayî careke dî li Gebzeyê û li Qoserê me dît.''
 
ERDOGAN DIVÊ BIKIŞE NAV SÎNORÊN XWE
 
Temellî ji bo ku parlamento hatiyê bêkêr kirin helwest nîşan da, bang li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan kir ku bikişe nav sînorên xwe.
 
Temellî got, ''Serokkomar, kesê li ser serê rêveberiyê divê bikişe nav sînorên xwe, parlamento divê bi insîyatîva xwe rabe, ji bo pirsgirêkên lezgîn ên Tirkiyê çareseriyê biafirîne. Gelek pirsgirêkên Tirkiyê hene, di navenda van de pirsgirêka Kurd heye.'' Temellî got bi rê û rêbazên zext û çekdariyê ev mesele çareser nabe û tekan rêya çareseriyê demokrasî û aştî ye.
 
AKP TÊK ÇÛ!
 
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî herî dawî got,''Hûn têk çûn, ê ku bi hilbijartinê hatiye wê bi hilbijartinê biçe. Ji bo vê jî divê hûn vê bi xwe bidin qebûlkirin. Lê bi şêwazeke ku hûn encamên hilbijartinê, demokrasiyê nas nekin hûn nikarin ti encamê bistînin. Di merasîmên teslîmkirina dewrê ya rêveberiyên xwecih de em mînakên wê baş dibînin ku ev ne pêkan e. Em dibînin ku talan, hişmenidyeke çawa şaredariyên me bi dest xistine.''