Arslan: CHP êdî divê li dijî bê hiqûqiya li ser Kurdan bê qeyd nemîne

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, di civîna Hevserokên bajaran a DBP'ê de diyar kir ku divê êdî CHP li hemberî çalakiyên grevê bêdeng nemîne û wiha got: "Di vê pêvajoya ku gel hatin cem hev û piştgirî dan namzetan, ne ji ber ku polîtîkayên CHP’ê di ecibîne. Dixwazin Tirkiye asayî bibe. Dixwazin hêzek alternatif pêş bixin. Gelo CHP jî vê ji niha û şûnde li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne? 

 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, bi hevserokên bajaran re li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna xwe pêk anî. Arslan, beriya civînê der barê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya grevê ya li dijî tecrîdê û encama 31'ê Adarê de nirxandin kir. Arslan, anî ziman ku Tirkiye di pêvajoyek awarte re derbas dibe û wiha got: "Êdî zimanê siyasetê yê şer ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin. Di vê hilbijartinê de gelên Tirkiye ji bo demokratikbûn û asayîbûnê peyamên girîng dan partiyên siyasî. Em dixazin êdî ji bo gelên Tirkiye derbasî pêvajoya demokrasî û asayîbûnê bibe ev bibe destpêk." 
 
'TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN'
 
Arslan, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 4 salên dawî û wiha got: "Polîtîkayên îktidarê civakê perçe dike û tîne beramberî hev. Êdî zengîlê qirîzê lê dide. Hem krîza aborî û hem jî krîza civakî heye. Krîz bi tercîdê re pêş ket. Piştî tecrîdê dest pê kir krîzê jî dest pê kir. Ji bo pirsgirêk krîzê bi rêyên demokratîk çareser bibin divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibin. Tecrîd dibe sedema krîza civakî, aborî û siyasî. Divê partiyên siyasî encama hilbijartina 31'ê Adarê rast bixwîne. Tirkiye destkefiyên xwe ji bo şer xerç dike. Li Tirkiye hilberîn rawestiya ye. Gelên Tirkiye bi krîzên mezin re rû bi rû ne. Em tecrîdê qebûl nakin. 
 
PÊŞÎ LI HÊZÊN TARÎ VEDIKIN'
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan 162 rojin di greva birçîbûnê de ye. Bi hezaran siyasetmedarên kurd li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê hatiye kerta dawî. Daxwaza çalakgerên di grevê de rakirina tecrîdê ye. Demokratîk û hiqûqî ye. Nedîtin, nebihîstin û gav neavêtina li hemberî van daxwazan suc e. Hemû partiyên siyasî, parazvanên mafên mirovan, bi nedîtina tecrîdê sûcê mirovahiyê dikin. Divê demek berî demekê daxwzên kesên di grevê de pêk bînin û dawî li tecrîdê bînin. Tecrîd li dijî hiqûq û qanûnan e. Divê her kes li dijî vê bê hiqûqiyê dengê xwe bilind bikin û bertekên xwe nîşan bidin. Divê êdî dest ji zimanê cudakarî û perçekirinê berdin. Ji ber ku bandora vî zimanê cudakarî û berberiyê li kolanan jî xwe dide der. Ji ber zimanê AKP'ê yê cudakariyê li bajarên rojava kedkarên kurd rastî êrîşan tên. Siyasetmedar rastî êrîşan tên. Rojên borî polîsan Recep Hantaş kuşt. Bingeha vê êrîşê xwe ji polîtîkayên îktîdarê digire."  
 
JI BO ASAYÎBÛNA TIRKIYE DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE
 
Aslan, bêdengiya CHP û Partiya Saadetê ya li hemberî tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê jî rexne kir û wiha got:  "CHP û SP çav û guhê xwe ji daxwazên çalakgerên grevê re girtiye. Daxwazekî girtiyan heye. Ev daxwaza hemû gelê Kurd û Tirkiye ye. Tecrîd ne tenê li ser Ocalan li ser hemû gelê Tirkiye heye. Ji bo li Tirkiye asayîbûn pêş bikeve divê tecrîd bi dawî bibe. Tirkiye di bin şertên adîl û demokrat de neket hilbijartinê. Civak êdî îktîdarê naxawez. Gel deng nedan polîtîkayên AKP'ê. Divê hurmetê nîşanî encama sindoqan bidin. Bi qasî hêza Erdogan heye encama sindoqan guhertiye. Êdî hiqûqa Tirkiye reş kiriye. Kurdan qeyûm qebûl nekiriye. Li Kurdistanê bersîv da qeyûman. Kurdan li Stenbol û Enqere jî bersîv da. Divê îktîdar encama hilbijartinê rast binirxîne. Di vê pêvajoya ku gel hatin cem hev û piştgirî dan namzetan, ne ji ber ku polîtîkayên CHP’ê di ecibîne. Dixwazin Tirkiye asayî bibe. Dixwazin hêzek alternatif pêş bixin. Gelo CHP jî vê ji niha û şûnde li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne?"