Heyeta Norveç: Qewimandinên li Tirkiyeyê şermê dide me

img
SÊRT – Heyeta Norveçê ya li Sêrtê HDP’ê ziyaret kir got: “Ji duh ve em malbatan ziyaret dikin. Dema em li rewşa malbatan dinêhirin qewimandinên li Tirkiyeyê şerma mezin e.” 
 
Nûnerên Partiya Kizil a Norveçê, Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê ziyaret kir. Hevseroka Rêxistina HDP’a Sêrtê Ayşe Ekîncî û Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Sêrtê Resûl Kaçar endamên heyetê Mads Opheim, Marie Sorhaug, Beth Hartmam û Asfn Malheim pêşwazî kirin. Heyet ji bo hilbijartina 31’ê Adarê çavdêr bike hat Sêrtê û der barê xebatên HDP’ê de agahî wergirt. 
 
‘ŞERTÊN GIRTÎGEHÊ ZOR IN’ 
 
Rêveberên HDP’ê ji heyetê re gotin qeyûm şûna Hevşaredarê wan Tuncer Bakirhan htiye kirin û hevşaredar wan hêj girtî ye. 
 
Marie Sorhaug jî diyar kir ku duh du malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ziyaret kirin û li Tirkiyeyê şertên girtîgehan gellek zor in. 
 
‘REWŞA TIRKIYEYÊ ŞERMEK MEZIN E’ 
 
Asfn Malheim jî anî ziman ku şertên li Tirkiyeyê gellek ji şertên Norveçê cuda ne û got: “Li Tirkiyeyê bi qasî me dît welat bi faşîzmê tê birêvebirin. Gelê kurd li dijî vê faşîzmê li ber xwe dide. Têkoşîna gelê kurd di heman demê de têkoşînek ji bo hemû gelan e. Mesele du endamên heyeta me derveyî sînor hatin kirin. Astengiya me ya ewil ev bû. Astengiya duyemîn jî dema em hatin Sêrtê di têketina bajêr de me dorpêç kirin. Du polîs hatin. Pasaportên me girtin û 5-6 deqîqe kontrol kirin. Dema me vê yekê pirsî ji me re gotin ku kontrola rûtîn e. Ev yek ji bo me ne tirsanek bû lê li gorî şertên em dijîn gellek rewşek cuda bû. Di heman demê de ev hewldanek ji bo em bi tirsin bû jî.” 
 
Mads Opheim jî got: “Ji duh ve em malbatan ziyaret dikin. Dema em li rewşa malbatan dinêhirin qewimandinên li Tirkiyeyê şerma mezin e.”