Kurtulan: Di 1'ê Nîsanê de dê hêzên demokratîk û Kurd bi ser bikevin

img

ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan, diyar kir ku divê daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê werin qebûlkirin. Kûrtûlan, bal kişand ser hilbijartina herêmî û got: “Di 1’ê Nîsanê de dê hêzên demokrastîk û Kurd bi ser bikevin.”

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan, li Mêclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û rojevên heyî nirxandin.  
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
 
Di axaftina Kurtulan de ev tişt derketin pêş: “Leyla Guven îro 103 roj in, di greva birçîbûnê de ye û roj bi roj çalakgerên din jî tevlî çalakiyê dibin. Li girtîgehan 65 roj in grevên birçîbûnê didomin. Li girtîgehan 301 kes di çalakiyê de ne. Nûnerê me yê li Hewlêrê Nasir Yagiz 90 roj in di çalakiyê de ye. Ev çalakger dixwazin tecrîda giran a li Îmraliyê were rakirin. Ev daxwazeke zagonî ye. Divê ev daxwaz pêk werin.
 
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ HDP’Ê Û QIRKIRINA SIYASÎ
 
Di demên dawîn de ji aliyê Wezîrê Karê Navxweyî û Serokkomar êrîşeke mezin li ser partiya me tê kirin. Rêveber û endamên me tên girtin. Êrîşî çalakiyên me yên ji bo Leyla Guven dikin. Me xwest em tevî parlementerên xwe li Amedê li pêşiya mala Leyla Guven çalakiyekê li dar bixin lê çalakiya me hate astengkirin. Di heman demê de partiya me, her dem krîmînalîze dikin. Di 20 rojên dawîn de 180 endamên me yên partiyê hatine destgîrkirin û girtin.
 
ÎŞKENCE
 
Li Wanê 3 zarokên 14,16 û 17 salî li saziyên fermî êşkence li wan hatiye kirin û serê wan xistine klozetê. Li Enqereyê dema jinek dihat destgîrkirin, ji aliyê polîsan ve hatiye tacîzkirin. Wezîrê Karê Navxweyî ji dêvila ku hesap bide, êrîşî HDP’ê dike. Li Xerabê Bava gelek gundî êşkence li wan hatibû kirin lê piştre doz hate vekirin û lê piştre wezaret mehkûmî dayîna tazmînatê hate kirin.
 
HILBIJARTINÊN HERÊMÎ
 
Ligel hemû astengiyan wê partiya me li her derên ku qeyûm lê hene, di hilbijartinê de wê bi ser bikeve. Em ê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê, hevsengan bihejînin. Em ê tifaqa AKP û MHP’ê ji holê rakin. Di 1’ê Nîsanê de wê hêzên demokrasiyê û Kurd bi ser bikevin.”rih olacak.”