Taşdemîr: Yên dibêjin 'em ê hesap bipirsin' divê hesab bidin

img
ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, di civîna çapemeniyê de bal kişand ser tundiya polîsan a li dijî Parlamentera HDP'ê Salîha Aydenîz û wiha got: “Kesên dibêjin 'Emê hesab bipirsin' divê hesab bidin. Leyla Guven jî bi greva birçibûnê navnîşanê rê me didin." 
 
Parlamenterên HDP'ê di 13,14 û 15'ê Sibatê de bi minasebeta 100'emîn roja çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 102 rojin di greva birçîbûnê de ye û bi armanca şermezarkirina 15'ê Sibatê, ji 15 bajarên herêmê berê xwe dan Amedê. Parlamenteran tevî hemû astengî, dorpêç û êrîşên polîsan barîkatên polîsan derbas kirin û xwe gîhandin mala Guven a Amedê. Polîsan li gelek bajar û navçeyan êrîşî parlamenterên HDP'ê kirin û dorpêç kirin. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û Saliha Aydenîz birîndar kirin. Dîsa di 15'ê Sibatê de polîsan ling avêt ber Saliha Aydenîz û ew xistin xwar. Têkildarî êrîş û tundiya polîsan Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. 
 
TECRÎD RÊBAZA RÊVEBERIYA AKP'Ê YE
 
Taşdemir, diyar kir ku di serî de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi sedan girtiyên di greva birçîbûnê de jiyana wan di bin rîskê de ye û wiha got: "Li gel jiyana wan di bin rîskê de ne jî li dijî polîtîkayên kuştin û şer li ber xwe didin. Li dijî tecrîdkirina Îmraliyê li ber xwe didin. Ev geşedanên li Tirkiye rûdana pêkanînên li Îmraliyê ye. Pergala ku li Îmraliyê ketiye meriyetê li ser hemû welat belav bûye. Li ser fikr û jiyana mirovan tecrid heye. Ev rêbaza rêveberiya AKP'ê ye. 
 
‘GUVEN JI BO AŞTÎ Û JIYANÊ DI GREVÊ DE YE'
 
Taşdemîr, bal kişand ser armanca çalakiya Leyla Guven û wiha berdewam kir: "Li Îmraliyê kîlît li fikrên Ocalan xistine. Dema kilît li ser fikrên Ocalan radibe, aştî, aramî û demokrasî pêş dikeve. Pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk û aştiyane dikeve nava çareseriyê. Me ev yek bi hevre dît. Birêz Guven ji bo jiyanek azad û aştiyek mayinde bedena xwe ji bo mirinê razandiye. Pêşdîtina polîtik a Guven bi tekoşin û tecrûbeyên wê îro ketine meriyetê. Ev çalakiya Leyla Guven îro navnîşanê nîşanî me dide. Nîşan dide ku muhatab kîne û pirsgirêk çawa çareser dibe." 
 
‘HETA TECRÎD NEŞIKÊ DEMOKRASÎ NE PÊKAN E'
 
Taşdemîr, bibîr xist ku 20 salin bi hincetên dûrî aqilan Ocalan di bin tecrîdê de ye û wiha lê zêde kir: “Leyla Guven bang li îktîdarê dike ku peywira xwe ya hiquqê pêk bîne. 20 salin bi hinceta ‘koster xerabe ye' çûna parêzerkan asteng dikin. Ev bêhiqûqî 20  salin didome. Ji 5'ê Nisanê û şûnde tecrîda mutlaq heye. Em niha bi îktîdara ku zagon û hiqûqa xwe binpê dike re rû bi rû ne. Leyla Guven 102 rojin ji gelê vî welatî re, mirovên demokrat û muxalîf re vê yekê dibêje. Ev ne daxwaza Leyla Guven tenê ye. Dixwaze tecrîda li ser milyonan mirovan rabe. Diwazin her kes deng bidin vî dengî. Dixwaze her kes li dijî polîtîkayên şer, bêçareeriyê hestiyar tev bigerin. Leyla Guven û hevalên wê li dijî van polîtîkayan derdikevin. Em wekî wekilên HDP'ê nerazîbûn û îtîrazên xwe li dijî van polîtîka AKP'ê bilind dikin." 
 
‘DIVÊ HESAB BIDIN'
 
Taşdemîr, herî dawî bal kişand ser tundiya polîsan a li dijî parlementerên HDP'ê û wiha bi dawî kir: "Bi vê meşê wêneyê rêveberiya Tirkiye û wêneyê polîtîkayên faşîzan ên ku welat bi rêve dibe hat kişandin. Wekîla HDP'ê Saliha Akdeniz rastî tundiya polisan hat. Niha pir aşkere xuya dibe ku kî çawa êrîşê kê dikin. Hevala me li wir rûniştiye û der û dorê wê xistin bin ablûkayê. Polîs bi zanebûn bi porê hevala me digire û dikişîne. Ev dîmen bersîva derewê wan e. Em di van dîmenan de dibînin ku kî li dijî kê tundiyê pêk tîne Em li dijî polîtîka û hişmendiya polîsan ku dixwaze her tiştî berovajî bike gavan paşve navêajin. Wezîrê Karên Hundir li dijî partiya me kampanya lîncê daye destpêkirin. Ger ku tiştekî neyşîni pêk bê ew berpirsiyar in. Namzeta me ya Hevşaredariya Agiriyê Yeliz Karaaslan girtin. Ev polîtîkaya AKP'ê ya dîlgirtina partiya me ye. Stratejiya wan a hilbijartinê ye. Herî dawî namzeta me ya Agiriyê Yeliz Karaaslan binçav kirin û girtin. Lê gel li diji vê polîtîka zilm û zorê serî natewîne. Herî dawî ji bo li Agiriyê AKP bi ser bikeve MHP'ê namzetê xwe vekişand. Di şevekê de 55 hevalên me hatin binçavkirin. Ev nîşan dide ku ji niha de Agirî winda kirine û dixwazin bi hîleyan bi ser bikevin. Em dê di 31'ê Adarê de qeyûmên we dîsa bişînin ji were."