Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe

img
STENBOL -  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, destnîşan kir ku AKP di rewşeke wisa de ye ku "nikare welat bi rê ve bibe" û ji bo Suleyman Soylû re jî got: "Niha li vî welatî wezîrekî karê navxweyî tune ye. Aqilekî serserî ku ji wesfa xwe ketiye heye." Temellî, ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bang li herkesî kir ku tev bigerin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 102'yan de ye. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, der barê astengkirina meşên li dijî tecrîdê, çalakiyên greva birçîbûnê de û der barê gavên dê ji bo vê yekê bavêjin de axivî. 
 
Temellî, anî ziman ku ji bo Leyla Guven ew ji roja ewil ve bang li raya giştî ya Tirkiyeyê û navnetewî dikin û dibêjin 'guh bidin dengê Leyla Guvenê'. Temellî, destnîşan kir ku niha çalakiya Guvenê di roja 102'yan de ye û loma divê herkes înîsyatîfê bigire û bi berpirsiyarî tev bigere. 
 
‘LIBERXWDAYÎNA ÎKTÎDARÊ Û DEWLETÊ BÊWATE YE' 
 
Temellî ji bo vê yekê wekî HDP xwe rexne kir û got: "Xwezî em berê bi awayekî hîn bandortir tevbigeriyana." Temellî got: "Xwezî dewlet, îktîdar ev deng bihîstana û gaveke bihavêtana. A rast bangawazî, bangawaziyeke pir zelal e. Ev bangawaziyeke ji bo dewletê û îktîdarê ku divê dev ji van pêkanînên xwe û vê nenaskirina xwe ya qanûnan berde. Daxwaz ew e ku malbat û parêzer bi awayekî rêk û pêk hevdîtinê bi Birêz Ocalan re çêbikin. Yanî ev qasî zelal e. Dewlet û îktîdar li hemberî vê li ber xwe didin, lê belê ev liberxwedayîna wan bêwate ye. Binpêkirina wan a hiqûqa navnetewî bêwate ye. Nenaskirina qanûnên xwe bêwatey ye. Divê ev yek bi dawî bibe. 
 
Zêdetirî 100 roj in, hema bêje em her roj di çalakî û daxuyaniyên xwe û hevdîtinên xwe yên cur bi cur de bal dikişînin ser vê mijarê. Niha tişta tê dîtin ev e; raya giştî hestiyar e û êdî herkes bi vê dizane. Ev deng gihaştiye herkesî. Niha jî divê raya giştî hemû înîsyatîf bigire û divê ew jî deng derxin da îktîdar tev bigere. Wê xebatên me yên di vî warî de her biçe zêdetir bibin." 
 
'LI CEM DAXWAZÊN MAFDAR CIH BIGIRIN' 
 
Temellî, destnîşan kir ku ew bawer dikin ku wê di demeke kurt de dawî li vê bêhiqûqîtî û nenaskirina hiqûqê bê û ji bo dawî li nêvenga rageşiyî ya bi destê siyasiyan tê kirin bê got: "Divê niha herkes li dijî zimanê nefretê, li dijî cihêkariyê li cem daxwazên mafdar cih bigire." 
 
'NE WEZÎRÊ KARÊ NAVXWEYÎ YE, SERSERIYEKÎ KU AQILÊ XWE WINDAKIRIYE HEYE'
 
Temellî, astengkirina çalakî û meşên ji bo dengê Leyla Guvenê ragihînin li dar dixin nirxand. Temellî, vê rewşa hikûmetê wekî "nebirêvabirina welat" nirxand. 
 
Temellî ku got "Ger rewşa nebirêvebirinê carekê derketibe holê û îktîdarek ber bi nebirêvebirinê ve çûbe, ev şeqizîbûn e" destnîşan kir ku li ber îktîdareke ku şeqiziye du rê hene. Temellî, ji bo van her du rêyan jî got: "Girêdayî vê rewşa nebirêvebirinê an wê bi hilbijartinê biçe an jî wê şidet û çewisandinê zêdetir bike. Îktîdara niha, ji bo rewşa xwe ya nebirêvebirinê telafî bike şidet û çewisandinê zêde dike. Ber bi zimanê nefretê, cihêkarî û hiqûqa dijminahiyê ve hêl dike." 
 
Temellî ji bo Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku tim partiya wan û parlementerê wan hedef digire jî ev tişt gotin: "Niha li vî welatî wezîrekî karên navxweyî tune ye. Tenê aqilekî serserî yê ji wesfê xwe ketiye heye. Zimanekî ku tim şidetê bilêv dike, civakê tawanbar dike, cihêkariyê bilêv dike û bi zimanê nefretê êrîş dike heye. Ev nikare bibe wezîrê karên navxweyî. Peywira wezîrê karên navxweyî, peydakirina ewlehiya civakê ye. Ger li holê sûcek hebe, divê wî sûcî asteng bike. Lê belê, kesê ku niha qoltixa wezareta karên navxweyî dagir kiriye, pesnê sûcan dide. Mirovan bera hev dide. Welat dabeş dike. Wexta hûn civakê dabeş bikin, ew çax hûn welat jî perçe dikin. Li hemberî kesên doza welatekî hevpar, jiyana bi hev re dikin sedema vî zimanê nefretê çî ye? Çimkî feraseta wan, feraseteke dabeşker e. Îjar em dikarin lid ijî vê ferasetê, li dijî şer têkoşîna xwe ya ji bo komareke demokratîk xurt bikin û em ê li dijî tecrîdê têkoşîna demokrasiya herêmî nîşan bidin. Bila ji bo vê yekê tu şik û guman li kesî peyda nebin." 
 
'HILBIJARTINEKE KRÎTÎK E' 
 
Temellî, bi brî xist ku niha li Tirkiyeyê atnosfera hilbijartinê heye û got: "Em tenê wekî hilbijartina şaredariyan nêzî vê hilbijartinê nabin. Ev hilbijartin, di warê demokrasiya Tirkiyeyê de hilbijartineke krîtîk e. Eger ev hilbijartin di warê demokrasiya Tirkiyeyê de krîtîk be, enxwe divê em di bin sernavê demokrasiyê de li ser tecrîdê jî hûr bibin. Yanî divê em demokrasiyê xurt bikin û li hemû qadan têkoşîna xwe bilind bikin. Ev gaveke pir girîng e, şikandina tecrîdê ye. Li Tirkiyeyê pêkanînên dewletê û îktîdarê bêhiqûqîtiyê rewa dikin. Ji bo dawî li vê yekê bê, divê têkoşîna ji bo demokrasiyê bê bilindkirin, li dijî tecrîdê û şer, divê demokrasî bi ser bikeve. Ev hilbijartineke wisa ye." 
 
MA /Yasin Kobulan