Koçyîgît: Li dijî tecrîdê derketin, li dijî şer derketine

img
STENBOL -  Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di Civîna 1'emîn Lijneya Giştî ya Serdema 9'emin a HDK’ê de axivî û got: “Li dijî tecrîdê derketin, di heman demê li dijî şer derketine.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Civîna xwe ya 1'emîn Lijneya Giştî ya Serdema 9'emin a li navenda xwe ya giştî ya li Taksîmê pêk anî. Gelek kes beşdarî civînê û civîn bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. 
 
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît piştî deqeyek rêzgirtinê di civînê de axivî û wiha got: “Ez ji malbatê 21 kesên di avahiya li Kartalê hilweşiya de jiyana xwe ji destdan re sersaxiyê dixwazim û  ji birîndaran re şîfaya xêrê dixwazim. Sedema hilweşandina avahiyê, qanûna ‘Efoya avakirinê” ya AKP’ê derxistiye. Dema qanûna Efoya avakirinê hat derxistin, HDP li dijî wê derket. Ev qanûn ne qanûna avakirina avahiyên bû, qanûna komkujiyan bû. Ji ber polîtîkayên rantperest li vî welatî her roj mirov jiyana xwe ji dest didin.”
 
‘GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ XELEK BI XELEK MEZIN DIBIN’
 
Koçyîgît, di dewama axaftina xwe de ev tişt rêz kirin: “Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 95’an de berdewam dike. Ev 95 rojin tifaqa AKP û MHP’ê tu gavan navêje. 95 rojin ker û lal bûne. Tecrîd welat ber bi tarîtiyê ve dibe. AKP’ê mafê xwestin aştiyê jî ji holê rakiriye. Akademîsyenên aştî xwestin tên darizandin. Aştî dilpakiyek mezin e. Em bi her awayî AKP’a ku dixwaze aştiyê ji holê rabike red dikin. Divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin.”
 
‘DMME BÛYE HEVKARÊ KOMKUJIYA CIZÎRÊ’
 
Koçyigît, di dawiya axiftina xwe de wiha got: “Biryara DMME ya ji bo bûyerên li Cizîrê hatin jiyîn em qebûl nakin û şermezar dikin. Li Cizîrê sûcê li dijî mirovahiyê hat kirin. DMME  bi biryara dayî bûye hevkarê komkujiya li Cizîrê hat jiyîn.”
 
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu jî, di civînê de axivî û wiha got: “Ji bo ku em hêza herêmî ya HDK’ê derbixin holê, divê em bibin HDK’î. Divê bi çavê HDK’ê li hemû pirsgirêk û têkiliyên rojane mêze bikin. Weke HDK’ê ger em nikarin peywira xwe bi cih bînin, divê em vê pirsgirêkê berî her tiştî di xwede bigerin.  Divê em pirsgirêka HDK bûyînê ji holê rabikin û ji bo vê dest bi hin xebatên perwerdekirinê bikin.”
 
Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.