Hevparên HDK’ê: Divê hikûmet dest ji pêkanîna tecrîdê berde

img
ENQERE - Nûnerên hevparên HDK’ê yên beşdarî 9’emîn Kongreyê bûn, diyar kirin ku divê hikûmet dest ji pêkanîna tecrîde ber de. 
 
Kongreya 9’emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) berdewam dike. Hevparên HDK’ê yên beşdarî kongreyê bûn mafê axaftinê girtin û axivîn. 
 
Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Ji bo ku em vê pêvajoyê bişopînin, me koordîneyek navendî ava kir. Em daxwazên girtiyan guhdar kirin. Divê bi temamî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rabe. 
 
'EM BI KRÎZA ABORÎ RE RÛ BI RÛ NE ’
 
Hevserokê Konsederasyona Sendikayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Mehmet Bozgeyîk jî, diyar kir ku ew bi krîza aborî re rû bi rû ne û wiha got: “Konsepta şerê hikûmetê dibe sedema krîza aborî. Siyaseta înkar û îmhayê bûye sema krîza aborî û kaosê. Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe 67 rojin di greva birçîbûnê deye. Tecrîd yek ji pêkanînên zextên herî bêhiqûqiye. Divê daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin. Emê bi hevre li ber xwe bidin û bi hevre têbikoşin.”
 
‘SILAV JI BIRÊZ OCALAN RE’
 
Alîkara Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Halîde Turkoglu jî, bi silavakirina çalakiya Guven dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ji Gireva Îmraliyê deng ji bo me hat. Silav ji Birêz Ocalan re. Silava ji Leyla Guven a ev rê ji bo me vekir. AKP’ê dixwaze pergala xwe cemawerî bike. Ji ber vê dixwaze hebûna xwe li ser Kurdan berdewam bike. Qeyûmên tanînê şaredariyên li Kurdistanê hatine  kirin hene. Hevşaredarên me yên girtî hene. Di hilbijartina herêmî de emê qeyûman paşve bişînin cihên wan.”