Temellî: Em dê qeyûman bavêjin sergoyê dîrokê

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di civina Hevserokên HDP'ê yên Bajaran de axivî. Temellî, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Ocalan şermezar bike ketiye grava birçîbûnê û wiha got: “Ev çalakî banga rizgarkirina Tirkiye ya ji tecrîdê ye. Em dê dihilbijartinên herêmî de 7/24 bixebitin. Em dê qeyûman bavêjin ser sergoyê dîrokê."
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, tev li civîna Hevserokên Bajaran ên HDP'ê ya li Navenda HDP'ê bû. Temellî, beriya civîn dest pê bike der barê geşedanên dawî de nirxandin kir. Temellî, di civînê de bang li hevserokên HDP'ê yên bajaran kir û destnîşan kir ku ew dê heta hilbijartinê 7/24 saetan xebatê bimeşînin. Temellî, da zanîn ku ew dê xebatên hilbijartinê bi hevre plan bikin û wiha got: “Em dê xebatek mezin bidin meşandin. Ji ber vê yekê divê em dema xwe rast û baş plan bikin. Ev ne tenê xebatên hilbijatinê ne. Di heman demê de xebat û tekoşîna li dijî faşîzmê ye jî." 
 
'BI ŞER ÎKTÎDARA XWE DIPARÊZE'
 
Temellî, da zanîn ku ji xebatên hilbijartinê wêdetir divê berî her tiştî welat ji feraseta faşîzmê xelas bikin û wiha got: "Li her dere pirsgirêk zêde ne. Berpirsiyarê vê yekê îktîdar e. Bangên aştiyê, divê ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo hemû Rojhilata Navîn bin. Ne tenê ji bo Libya, divê ji bo Sûriye jî derbas bibe. Ger ku Tirkiye xwe ji hevditinan paşve vekişîne dibe ku li herêmê çareserî pêş bikeve. Tirkiye li Idlibê li şûna çareseriyê pêş bixe, pirsgrêkê kûr dike. Dema vê yekê pêş dixe jî gefan li Rojava dixwe. Çareseriya pirsgirêka Kurd asteng dike." 
 
Temellî, bal kişand ser penaberên ku li Tirkiye jî û da zanîn ku li Tirkiye nêzî 4 milyon penaber hene û di nava pirsgirêk û mexdûriyetek mezin de dijîn. Temellî, bal kişand ser fezlekeyên der barê wekîlên HDP'ê de hatin vekirin jî û wiha axivî: "Ev nîşan dide ku daraz ne serbixwe û ne bê alî ye. Li vî welati hiqûq ne serdest e. Qesr serdest e. Daraz di bin vesayetê de ye. Li Tirkiye bi feslekeyên ku FETO amade kirine 6 hezar hevalên me û 146 rojnameger girtî ne. Hevalên me ji ber ku siyaset kirine girtî ne. " 
 
'LEYLA GUVEN GIRÎNG AVÊT' 
 
Temellî, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirinai Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şerbezar bike dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye jî û wiha lê zêde kir: "Çalakiya Guven ji bo azadkirina Tirkiye gavek muhîm e. Ji bo Tirkiye ji tecrîdê rizgar bibe gavek girîng e. Piştî hilbijartinê 100 rojên xebatê dan pêş xwe. Niha bernameya 100 rojên din aşkere kirin. Di van 100 rojan de 2 tişt wekî serkeftin nîşan dan. Yek jê tangên ku çêkirin berdan nava deryayê. Di serdema AKP'ê de 113 girtîgehên nû hatin avakirin. Di serdema nû de 40 girtîgehên nû plan kirin. Çokên çete yên OSO ketine nava baxçeyên zeytûnan. 70 hezar ton zeytûn dizîn û dest bi bazirganiya wan kirine. Hemû mafê butçeyê hatiye xespkirin. Em dibînin ku ev butçe nabe dermanê derdê gelên Tirkiyeyê. Xizanî û betalî her ku diçe zêdetir dibe. Lê halê qesrê jî her ku diçe baş dibe. Ji bo qesrê 10 hezar bekçiyên nû digirin kar. Tu derdê wan ê rê li pêş betaliyê bigirin tune ye. Niha 7 hezar hekîm û bijîşk mexdûr in. Mexdûrên KHK'ê ne. Hêj pergala OHAL'ê berdewam dike. 
 
 
EM DÊ ŞEV Û ROJ KAR BIKIN
 
Em hemû karker, çotkar, jin, ciwan kedkaran dawet dikin li dijî rejîma otorîter û faşîst şev û roj bixebitin. Em ji bo aştî û demokrasiyê gavek mezin bavêjin û di van 4.5 melan de qeyûman bavêjin ser sergoyê dîrokê. "