Temellî: Tenduristiya karkeran pirsgirêka herî mezin a Tirkiye ye

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, piştî, 543 karkerên 3’emîn Balafirgeha Stenbolê hatin binçavkirin, bi armanca piştevaniya karkeran Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM) ziyaret kir. Temellî, diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiye pirsgirêka ewlehiya kar û tenduristiya karkeran e. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û rêveberên HDP'ê yên Stenbolê piştî Komeleya Lêkolînên Kurdî ziyaret kir, derbasî Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM) bû. Temelî, piştî, 543 karkerên 3’emîn Balafirgeha Stenbolê hatin binçavkirin, bi armanca piştevaniya karkeran ÎSÎGM ziyaret kir. Temellî, diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiye pirsgirêka ewlehiya kar û tenduristiya karkeran e. Piştî ziyareta ÎSÎG'ê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ewlehiya kar û tenduristiya karkeran pirsgirêka herî mezin a Tirkiye ye. Temellî, da zanîn ku pêkanîna herî pîlot a kapitalizmê ev bûyerên bi vî reni ne û wiha got: "Ev mexdûriyeta çîna karkeran pêl bi pê mezin dibe. Ev mexdûriyet belav dibe. Her roj cînayetên kar mezin dibin. Em tenê li gorî hêjmarên fermî agahiyan didin. Lê agahiyên ne fermî jî hene. Dema ku em vê hêjmarê jî lê zêde bikin hêjmar gğelek zêde dibe. Sala par 12  hezar karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ev rastî li holê ye, lê ji bo rastkirina vê rastiyê tu hewldan tune ye. Li şûna pirsgirêka karkeran çareser bikin dibêjin 'Werin em bi hevre li gorî xwe xwîna karkera bimijin.' û welat derdixin firotinê. Heta niha 600 karker hatin binçavkirin. Bi qasî em dizanin sala par zêdeyî 100 karkerên zarok bûn qurbana cinayetên kar. Xebatên ÎSÎG'ê pir girîng in. Em van xebatên wan dişopînin û girîngiyê didin vê xebatan. 
 
Rêveberên ÎSÎG'ê jî xwest HDP  bêtir girîngiyê bidin rêxistina karkeran û bêtir bi pirsgirêkên wan eleqeder bibe. 
 
Heyetê piştî ziyareta ÎSİG'ê derbasî Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) bû û TÎP ziyaret bike.