Temellî: rexne û rexnedayîn rêgeza bingehîn a partiya me ye

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku ew rexnedayînê bi riya çapemeniyê û medya civakî nakin, ew rexnedayîna xwe didin gel, hevalên xwe û saziyên xwe. 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli, piştî bernameyek TV'ê, li ser nûçeyên “Em rexnedayîna xwe nadin" daxuyanî da. Temellî, bi ser navê "Rexne û rexnedayîn rêgeza bingehîn a partiya me ye" daxuyaniya nivîskî da. Temelî, anî ziman ku axaftina wî ya bernameyek televîzyonê bûye sedema famkirinên şaş û piştî vê yekê nûçeyên "Em rexnedayîna xwe nadin" parve kirine. Temelî, anî ziman ku ew rexnedayînê bi riya çapemeniyê û medya civakî nadin û raste rast rexnedayîna xwe didin gelê xwe, rêhevalên xwe û saziyên xwe yên partiyê. Temellî, anî ziman ku heta ew têkoşina demokrasî û azadiyê negînin serkeftinê dê her dem li dijî gelê xwe her dem di rewşa rexnedayînê de bin. Temellî, destnîşan kir ku rexne û rexnedayîn rêgeza bingehîn ya partiya wan e û ew vê yekê esas digirin. Temellî, anî ziman ku ji ber wan aştî pêş nexistiye rexnedayînê didin dayikên ku zarokên xwe xistine axê û wiha got: "Ji ber me tecrîda li ser Birêz Ocalan neşikandiye, hevalên xwe yên zindanê azad nekirine deyndarin ku rexnedanê bidin. Ji ber ku me nekarîbû faşîzm nebe sazî em rexnedayînê didin. Ji ber me aştî, demokrasî û azadî neanîye welatê hevpar em rexnedayînê didin."