‘Çareserî bi nasîna statuya malên cemê nikare bê sînordarkirin’

img
ANTALYA – Kemal Bulbul diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka elewiyan nikare bi nasîna statuya malen cemên bê sînordarkirin û wiha got: “Ji bo çarseriyê ji makeqanûnê heta perwerdeyê pêwîstî bi guhertine zihniyete heye. Em ê jî ji meclisê heta kuçeyê li her qadê têkoşîna vê yekê bidin.” 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul têkildarî polîtîkayên AKP’ê yên li dijî elewiyan axivî û diyar kir ku AKP’ê bi polîtîkayên dimeşîne dixwaze pirsgirêka elewiyan bike pirsgirêkeke ji rêzê û ev tişt gotin: “Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan beriya hilbijartinan got ku dê statuya qanûnî bide malê ceme. Erdogan bi vê yekê pirsgirêka elewiyan kir pirsgirêkeke ji rêzê. Lê divê bê zanîn ku çarserkirina pirsgirêka elewiyan nikare bi nasîna statuye tenê bê sînordarkirin.”
 
DEWLET HEBÛNA BAWERIYA ELEWIYAN QEBÛL NAKE 
 
Bulbul destnîşan kir ku pirsgirêka elewiyan pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Dewleta tirk bi rêya zihniyeta avakar a komarê, Serokatiya Karên Diyanetê û saziyên perwerdeyê baweriyê penase dike û ji vê yekê re ‘ola dewletê’ tê gotin. Ji avakirina komarê heta niha bi ser ola dewletê re penasekirina bawerî olên din tê kirin. Pirsgirêka elewiyan jî aliyê dewletê ve bi vê zihniyetê tê îdraqkirin. Dewlet bi hemû sazî û dezgehên xwe re hebûna baweriya elewiyan qebûl nake. Di vê rewşê de nikare qala çareserkirina pirsgirêka elewiyan bê kirin.”
 
PÊWÎSTÎ BI GUHERTINA ZIHNIYETÊ HEYE
 
Bulbul got ku anîna ziman a peyva elewitiyê ya hikumetê bi tena serê xwe bê wate ye û wiha pê de çû: “Erdogan û rayedarên AKP’ê heke îro qala pirsgirêka elewiyan bikin, ev bi saya têkoşîna civaka elewî û partiyên siyasî ye. Bi nasîna statuya malên cemê pirsgirêka elewiyan nayê çareserkirin. Pirsgirêka elewiyan pirsgirêkeke mezin  a polîtîk e. Eleqeya xwe bi rakirina Serokatiya Karên Diyanetê, guhertina bername û polîtîkayên perwerdeyê, guhertina zihniyetê, makeqanûnê, çand, ziman, ol, baweriyan heye.”
 
‘KIRINA MALZEMEYÊN HILBIJARTINÊ SEXTEKARI YE’
 
Bıulbul diyar kir ku heke Makeqanûna 12’ê Îlonê neyê guhertin dê tu guhertin pêk neyê û axaftina xwe wiha domand: “Em pirsgirêka eleweiyan tenê bi nasîna statuya malên cemê îsraq nakin. Pirsgirêka eleweiya pirsgirêkeke polîtîk û pir alî ye. Çareserkirina pirsgirêkê jî bi dîtîna vê piralîbûnê pêkan e. AKP’ê bi sozê statuyê xwest peyamek bide elewiyan, lê em ev yek wek sextekariyeke polîtîk dinirxînin.  Baweriya me bi têkoşîna meşrû û demokratîk heye. Li meclisê ji bo çareserkirina pirsgirêka elewiyan çi destê me bê em ê bikin.” 
 
MA / Hamdullah Kesen