Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir

img
ENQERE- Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, hevdîtin bi Şandeya Hamasê re kir. 
 
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan li Enqereyê bi şandeya Hamasê ya bi serokatiya endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Xelîl el-Heyya re civiya. Di civînê de ku hat gotin li ser rewşa Xezeyê hatiye sekinandin, şandeya Hamasê diyar kir ku wan şertên agirbestê bicîh aniye lê hedefgirtina berdewam a Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve rê li ber derbasbûna qonaxa duyemîn a plana aştiyê digire.
 
Şandeya Hamasê her wiha kêmasiyên derman, pêdiviyên bingehîn û sotemeniyê yên berdewam ragihand û got ku kiryarên Îsraîlê li Şerîaya Rojavayên nayên qebûlkirin.