MYK a DEM Partiyê civiya

img
ENQERE - MYK'yan DEM Partiyê, bi rojeva hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiya. 
 
Lijneya Rêvebir a Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û T»ncer Bakirhan civiya. Rojeva sereke ya civînê ku li navenda giştî ya partiyê tê lidarxistin, geşedanên siyasî, geşedanên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye. 
 
Her wiha MYK, dê civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku dê sibê bê lidarxistin, hevdîtinên budçeyê ku dê di 8'ê Kanûnê de li Lijneya Giştî ya Meclisê dest pê bikin û 11'emîn Pakêta Darazê ku dê bê Lijneya Giştî jî nîqaş bike.