NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, pirsa têkildarî Selahattîn Demîrtaş bersivand û got: “Ev welat welatê darazê ye. Daraz di vê mijarê de çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin.”
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî civîna heftane ya koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan, têkildarî gotina Bahçelî ya ji bo Selahattîn Demîrtaş ku digot “Tehliyeya wî dê ji bo welat bi xêr be” ev tişt anî ziman: “Ev welat welatê darazê ye. Daraz di vê mijarê de çi biryarê bide em ê bi wê biryarê bikin.”
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç jî pirsa têkildarî heman mijarê wiha bersivand: “Biryareke 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dabû heye. Ku têkildarî Doza Kobanê ya ji 2019’an ve didome ye. Pêvajoya îstînafê didome.” Tunç, diyar kir ku heke dosya were 22’yemîn Dadgeha Edliye ya Herêma Enqereyê yan jî kesên têkildarî miracaetê bikin, dê dadgeh jî vê binirxîne. Tunç, got ku dê xwe li benda pêvajoya nirxandinê bigirin.
