Komeleya Hîzbûllahî li komîsyonê provokasyon kir: DEM Partiyê eywan terikand

img

ENQERE - Endamên DEM Partiyê ji ber gotinên provokatîf ên Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Teblîxa Îslamî Mehmet Beşîr Şîmşek, eywan terikandin. 

 
Civîna 11’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, didome. Di civînê de li nûnerên komele û weqfan tê guhdarîkirin. 
 
Di komîsyonê de Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Teblîxa Îslamî Mehmet Beşîr Şîmşek axivî. Ev komeleya behsa xeberê, ji hêla Enver Kiliçarslan ve hatiye avakirin ku ev kes Gonca Kurîş jî di nav de ji kuştina bi dehan kesan a bi rêbaza girêka beraz hatiye darizandin. Dema Şîmşek diaxivî, hem MHP hem jî DEM Partiyê bertek nîşan da. 
 
Şîmşek ku li ser navê komeleyê axivî, got: “Vê zîhniyeta Marksîst-Lenînîst gelê Kurd ji baweriya xwe qut kir. Gelo ev xizmetê ji kê re dike? Kevneşopiya gelê Kurd guherî. Sedema vê jî ew e ku li ser navê dewletê hinek avadaniya piştgirî da. Bi sedema ku zarokekî nîşaneya serkeftinê kiriye, tevî reîsê wê malê ew mal dane ber agir. Vê jî leşker dike.” 
 
‘MA DÊ ÇAWA BI VÎ ZIMANÎ AŞTÎ WERE KIRIN?’   
 
Fetî Yildiz ê MHP’î bertek nîşanî axaftinê da û got: “Me hûn ne ji bo ku hûn li vê derê heqqretê li leşker, polîs û dewletê bikin vexwendine vê derê.” 
 
Saruhan Oluç ê DEM Partiyî jî bi van gotinan bertek nîşan da: “Dê bi vî zimanî re çawa aştî were kirin? Me heta niha tehemûla gotinên we kir. Lê hûn xwe bi xwînê xweyî dikin. Şerm bikin, xwînrijno.”
 
‘WE BI GIRÊKÊN BERAZAN MIROV QETIL KIRIN’  
 
Piştre jî Cengîz Çîçek ê DEM Partiyî axivî û got: “We bi girêka beraz mirov qetil kirin. Ên bûne bela serê Kurdan hûn in.” 
 
Piştî nîqaşê, endamên komîsyonê yên DEM Partiyî eywan terikandin. 
 
Nûman Kurtulmuş jî got: “Her kes serbest e ku nêrîna xwe parve bike lê em dema berê tevlihev nekin. Weke rêgezekê em li paş bihêlin. Bila di pêvajoyeke erênî de tiştên berê qewimîn dîsa neyên rojevê. Mohra xwe li geşedanên rê li ber dûberekiyên nû vedikin nedin.”