Saçilik: Min dengê xwe ji bo hemû dayikên xemgîn bûne avêt

img
ENQERE – Namzetê Parlamenteriyê yê Enqereyê Velî Saçilik, li Batikentê dengê xwe avêt. Saçilik got: "Min ji bo dayika Taybet, dayika xwe û hemû dayikan dengê xwe avêt. Demokrasî dê bi ser bikeve. 
 
Namzetê HDP'ê yê Enqereyê yê Herema 3'emîn Velî Saçilik, li dibistana Refika Aksoy a Batikentê dengê xwe avêt. Li gel Saçilik parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş jî amade bû. Saçilik, li ber dibistana ku deng avêt rastî eleqeyek mezin hat. Saçilik, bi hilbijêran re sohmet kir. Hilbijêrekî CHP'î got: "Înşallah hûn dê bi ser bikevin" Saçilik, "Ez hêvî dikim ku AKP biçe." Saçilik piştî dengê xwe da got: "Min dengek da HDP'ê û dengeki xwe da rêzdar Demirtaş. Min ji bo dayika Taybet, dayika xwe û hemû dayikên xemgîn bûne dengê xwe avêt. Min ji bo azadî û demokrasiyê dengê xwe da. Dê ne OHAL û ne jî faşist bi ser bikeve. Dê li vî welatî demokrasî û azadi bi ser bikeve. Em dê bi ser bikevin."