Demîrtaş li girtîgehê dengê xwe avêt: Encam dê pir xweş be

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrmeyê Abdullah Zeydan û hevalê wî yê girtîgehê Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, li girtîgehê dengê xwe avêt. Demîrtaş piştî dengê xwe avêt got: "Me li girtîgehê dengê xwe avêt. Ez bawer dikim ku dê encam pir xweş be. " 
 
Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û siyasetmedarê kurd Abdullah Zeydan li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dengê xwe avêtinê. Demirtaş, li ser hesabê twitterê agahî da û got: "Me dengê xwe li girtîgehê avêt. Ez hêvî bawer dikim ku her kes biçin ser sindoqan û deng û bijartiya xwe ji bo demokrasî, aştî azadî û aramiyê bavêjinê. Ez hevî dikim ku deng avêtin di nava aramî û aştiyê de derbas bibe. Ez bawer dikim ku dê encam pir xweş derbas bibe. Ji her kesî re ser xêrê be."