ENQERE - MYK’a DEM Partiyê bi boneya nirxandina geşedanên di rojevê de bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rojeva geşedanên di rojevê de, bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya. Civîn, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hat lidarxistin. Hat zanîn ku dê têkildarî plansaziya hevdîtinên bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah bên kirin, were nîqaşkirin.
Her wiha dê hevdîtinên DEM Partiyê yên bi partiyên siyasî re, girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û tayînkirina qeyûm a li Baroya Stenbolê jî dê bên nirxandin.
Tê payin ku Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dema civîna MYK’ê didome dê saet di 15.00’ê de li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide.