Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne

img
AMED - Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya têkildarî hewldanên provakasyonên li dijî  şaredariyan, bêusiliyên qeyûman, û êrişên li dijî kargehan axivî û got: “Qeyûm ket dewrê.”
 
Hevserokên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn û Parlamentera DEM Partiyê Adalat Kara têkildarî geşedanên dawî yên li bajar, civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
Hevserokê Amedê Abbas Şahîn bertek nîşanî êrişa li dijî Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan hatiye kirin da û wiha got: “Hilbijartiyên me ji bo me girîng in. Dibe ku ev rewşa li dijî îradeya gel hatiye kirin li hinekan xweş bê lê belê ev yek ji bo paşeroja welatekî nebaş e. Pêdiviya me ji hemberî hevbûnê nîn e, bi piştevaniyê heye.”  
 
BERTEKA ‘KARMENDÊN TAYBET’
 
Kaya bertek nîşanî 25 kesên ji hêla qeyûm ve di bin navê “Midûrê Nivîsariya Taybet” ên ji kar re hatine girtin û bûne karmend da û wiha got: “Pirsgirêka herî girîng a herêma me bêkarî û xizanî ye. paşeroj û pêşeroja ciwanan tê lêkolînkirin. Çi dibe? Ji mulakatê derbas nabin, yên kar bi dest dixin jî ji kar tên avêtin, cihêkarî li wan tê kirin. Lê belê xizmên AKP’iyan yek bi yek dibin karmend.”
 
‘DIVÊ HEMÛ QEYÛM WERIN DARIZANDIN’
 
Kaya Huseyîn Beyoglû yê di hilbijartinê de bûye duyemîn û Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo Şaredariya Rezanê mazbata dayê û niha ji nelirêtiyê hatiye girtin bi bîr xist û diyar kir ku nelirêtiyên Beyoglû bi raporên Dîwana Darayî hatine piştrastkirin. 
 
Herwiha Kaya diyar kir ku Murat Zorlûoglû yê di Şaredariya Bajarê Wanê de bûye qeyûm û gelek nelirêtiyan de navê derbas bûye, niha jî bûye Waliyê Amedê gel aciz dike û wiha got: “Wekî Huseyîn Beyoglû divê derbarê qeyûmên tayînî bajarên kurdan kirine jî rapirsîn were destpêkirin. 
 
BERTEKA HUDA PARÊ
 
Kaya diyar kir ku ji bo reş bikin ji hin rojnamegeran re peyam hatiye şandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ferman dan ku hevşaredar û xebatkarên şaredariyên me werin sûcdarkirin. Ez ji vir bang li Wezareta Karên Hundirîn dikim. Sepanekî mîna çeteyan a we heye. Wekî rojnemeya Yenî Şafakê nûçeyên mîna çeteyan çêdikin lê belê yek delîlekî van êrişan nîn e. Têkiliya hemûyan bi hev re heye. Çima HUDA-PAR ji nişka ve partiya me û şaredariyên me hedef digire. Em pirsê ji HUDA-PAR’ê dikin; Gelo hûn li ku dera vê pêkhateyê de ne?” 
 
Kaya daxuyaniya HUDA-PAR’ê ya şaredariya sûcdar dikir bi bîr xist û wiha got: “Ev 8 sal in we derbarê hişbirê, tunekirina bîr û vîna kurdan gotinek negotiye, lê belê ev 4 meh in derbarê şaredariyan de diaxivin. Gelo kê ferman da we?”
 
‘EM Ê XWEDÎ LI DESTEFTIYÊN XWE DERBIKEVIN’
 
Kaya derbarê êrişên HUDA-PAR’ê yên li bajar sekinî û wiha pê de çû: “Dengê xwe nekin. Gelekî ku bîra xwe ya salên 90’î îro li dijî êrişan zindî digire heye. Berî ku vê birê tune bikin ewil li xwe binêrin. Derdê me ew e ku em civakekî bi exlaq û polîtîk ava bikin. HUDA-PAR şirîkê AKP’ê yê êrişî destkeftiyên jinan dike ye. Em ê derbarê hemû êriş û gotinên me hedef nîşan didin gilî bikin û em ji vir ji Wezareta Karên Hundirîn û Wezareta Edaletê re dibêjin ku ji hemû zirarên digihin me Wezareat Edaletê û Wezareta Karên Hundirîn berpirsyar e. Gelê me dizane bê ka ev kes ji ku derê fermanê distînin. Çeteya qeyûm ket dewrê. Êrişî Parlamenterê me Alî Bozan ê ser kursiyê kirin. Komekî  talan û nelirêtiyê dike ava bûye. Em ê heya hemû qeyûm ji lêpirsînê derbas dibin, heya hemû talankarên çavkaniyên kurdan talan kirine hesabê didin dê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Hevseroka DEM Partiyê Gulşen Ozer jî wiha ev tişt gotin: “Îro jehriya di destê ciwanan de bi destê kê tê belavkirin. Yên ku lêpirsîna bêhna ku em distînin dikin, çawa vê yekê nizanin. Bi vê yekê partiya me û şaredariyên me hedef nîşan didin lê belê divê em yên ku 8 sal in bi rê ve dibin binêrin. Em çawa ku xwedî li destkeftiyên xwe û îradeya xwe derketibin dê dîsa jî xwedî lê derbikevin.”