Kemalbay: HDP alternatifa jiyaneke nû ye

img
ÎZMÎR – Namzeta parlementeriyê ya rêza yekemîn a Îzmîrê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku tekane partiya ku rejîma yek zilamî ji holê rabike HDP ye û got: “HDP li hemberî statukoyê, pergala nîjadperest, faşist û mîlîtarîst bi sekna xwe û hêviya ku dide îktîdarên heyî ditirsîne.” 
 
Namzeta parlementeriyê ya rêza yekemîn a Îzmîrê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, pêvajoya hilbijartinê ya li herêma ku lê bûye namzet nirxand. 
 
‘EM NATIRSIN, BIBIRYAR IN Û EM Ê BI SER BIKEVIN’ 
 
Kemalbay bal kişand ser îtifaqa AKP-MHP’ê û vê îtifaqê wekî îtifaqeke “nîjadperest, faşist” nirxand û got: “Tu tiştekî ku ev îtifaq bide gelên Tirkiyeyê nemaye.” Her wiha Kemalbay “Îtifaqa Gel” ku CHP, ÎP, SP û DP di nav de cih digire jî rexne kir û got, tekane alternatîfa gelan HDP ye. Kemalbay, destnîşan kir ku HDP, alternatîfa jiyaneke nû ye. Kemalbay diyar kir ku HDP xwezayê, pêşerojê, jinan û ciwanan dihebîne û got: “Di vê çarçoveyê de HDP alternatîfeke rasteqîn e û ji bo gel di nêvengeke aştiyane de bijîn xwedî bernameyeke girîng e. Jixwe ji ber ku HDP li hemberî statukoyê, pergala nîjadperest, faşist û mîlîtarîst bi sekna xwe û hêviya ku dide îktîdarên heyî ditirsîne. Baweriya me bi bi têkoşîna me, biryardariya me, bernameya me, îtifaqa me û piştevaniya me heye. Em natirsin, bi biryar in û em ê bi ser bikevin. Ligel hemû êrîş û çewisandinan jî her diçe li cîhanê û Tirkiyeyê rêza ji bo HDP’ê zêdetir dibe. HDP xwe bi pêş ve dixe, mezin dibe û riya xwe didomîne.” 
 
‘HDP PARTIYA JINA YE’ 
 
Kemalbay, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê dîtina dîmeneke siyasî ya wekheviya zayendî nepêkan e. Kemalbay, got, ev dîmen bi temamî bi feraseteke serdestiya mêrî hatiye avakirin. Kemalbay, da zanîn ku di îtifaqa AKP-MHP’ê de jin cih negirtine. Kemalbay, destnîşan kir ku HDP di warê tevlîbûna siyasetê ya jinan de heta niha şoreşek pêk aniye û got: “Em baş dizanin ku dê sedsala 21’ê bibe sedsala şoreşa jinan. Wisa difikirim em di vî warî de gavan davêjin. Loma hem di siyasetê de hem jî di hemû qadên jiyanê de divê jin bi temsîliyeteke wekhev hebin.” Kemalbay, diyar kir ku HDP di mekanîzmayên xwe yên biryarê de temsîliyeta wekhev esas digire û got: “Jixwe HDP partiya jina ye. Em dixwazin vê yekê li hemû deverên jiyanê belav bikin.” 
 
Kemalbay bal kişand ser rewşa aborî ya li welat û destnîşan kir ku di 16 salên îktîdara AKP’ê de betalî zêde bûye. Kemalbay, diyar kir ku bi ambargoya çapemeniyê û çewisandina darazê civak tê bêdengkirin û got: “Dixwazin civakeke bêdeng û tirsnak ava bikin û bi vî awayî dixwazin pêvajiya kapîtalîzma hov bidomînin. Lê belê civak heta qirikê krîza aborî hîs dike. Civak tîna agirê krîzê hîs dike. Jixwe bênavber anket tên çêkirin. Di van anketan de tê dîtin ku AKP têm berjer dibe. Çi dibêjin bila bibêjin, çend akademisyen û kesên ji wan re dibên rojnamevan derdixin televîzyonê bila derxin, kes bi wan bawer nake. Yanî ji bo krîza aboriyê tu tişt nema ku ser wi binixumînin. Wateya vê yekê ev e; ji bo ev krîz çareser bibe tekane rê ew e ku divê rejîma yek zilamî ji holê bê rakirin û divê Tirkiye demildest ji bo demokrasiye gavan bavêje.” 
 
‘LI DIJÎ REJÎMA YEKZILAMÎ TEKANE PARTÎ HDP YE’ 
 
Kemalbay, anî ziman ku Îzmîr bajarê kedkaran e û ew yekîtiya gelên Tirkiyeyê diparêzin. Kemalbay got: "Derdora (CHP) ku di nav Îtifaqa Gel de cih digire û xwe wekî çepgir îfade dike divê xwe careke din di ber çavan re derbas bike. Helbet dê îzmîrî jî vê dîmenê de ber çavan re derbas bikin. Eger bernameya HDP’ê, banga wê ya ji bo demokrasiye pêk neye, li pêşberî Tirkiyeyê tarîtiyeke hîn mezintir heye. Niha tekane partiya ku rejîma yek zilamî ji holê rabike HDP ye. HDP, ji bo herkesî doza demokrasiyê dike. Dema mirov li bernameya çepgiriyê binere, dê bibîne ku bernameya HDP’ê bernameya çepgiriyê ye.” Kemalbay, destnîşan kir ku wan hin tiştên din jî li ser 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê kirine û ew pêşvetir çûne. Kemalbay anî ziman ku ew ê Selahattin Demirtaş, Fîgen Yuksekdagê û hemû hevrêyên wan ên girtî azad bikin û bi avakirina demokrasiyê ew ê bibin hêviya gelên Tirkiyeyê.