Buldan: Li Stenbolê hedefa me 2 milyon deng in

img

STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bersiv da gotinên Erdogan û got: “Heta niha hêza tu kesî tunebûye ku HDP’ê di sindoqan de veşêrin. Li Stenbolê hedefa me 2 milyon bi destxistina dengan e.” 

HDP’ê li taxa Esentepe ya Sultangaziya Stenbolê buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û heyeta pê re tev li vekirina buroyê bûn. Buldan û yên pê re bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Buldan di vekirina buroyê de axivî û diyar kir ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê dê çarenûsa gelên Tirkiyeyê biguherîne. Buldan got ku hilbijartin ji bo jinan jî gelek girîng e û ji bo AKP hesabê bide ev hilbijartin firsendên dîrokî ne. 
 
'ME SOZ DAYE BERXWEDÊRAN’ 
 
Buldan da zanîn ku dê hikumeta AKP’ê ewil li Stenbolê winda bike û got: “Gele me yên ji Botan, Serhed û Derya Reş dê çarenûsa Stenbolê biguherînin. Me hemû soz da Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag. Me soz da yên di qedexeya derketina kolanan de li ber xwe dan. Em ê di 24’ê hezîranê de li ser vê soza xwe bisekin û bersiva herî xurt bidin wan.”  
 
'LI STENBOLÊ HEDEF 2 MILYON E’ 
 
Buldan axaftina xwe wiha domand: “Li vî welatî tenê ne kurd in, jin in û ciwan in. Em ji hefte salî heta heftê salî bi jin û mêrên xwe hene. Ji bo em dawî li zilma vî yek zilamî bînin derketin rê. Em namzetên xwe ewilî teslîmî xwedê û pişt re jî teslîmî we dikin. Ji bo em dilovan Demîrtaş ê di nav çar dîwaran de girtî ne bikin serokomar derketine rê. Yên ji vîn û wêrekiya Demîrtaş ditirsin bila viya baş dizanibin; dê êvara 24’ê Hezîranê dilovan Selahattîn Demîrtaş bibe serokomarê welat. Em ê bi awayek xurt biçin Meclîsê. Di Meclîsê de temsîliyeta herî mezin HDP ye. Li Stenbolê hedefa me 2 milyon deng in.” 
 
'HÊZA WAN TUNE YE’ 
 
Buldan destnîşan kir ku ew li dijî yên fermana “HDP’ê di sindoqan de veşêrin” derketine rê û got: “Heta niha hêza tu kesî tunebûye ku HDP’ê di sindoqan de veşêrin. Hêza we jî nagihîje. Hemû kes ji bo dengê kurdan bigire dixebite. Bi dengên kurdan dixwazin MHP’ê bibin Meclîsê. Êdî kurdan pişta xwe daye AKP’ê. Êdî AKP nikare ji tu beşên civakê dengan bistîne. Baweriya me bi jin û ciwanan û gelê me heye, em ê bi ser bikevin.” 
 
Buldan axaftina xwe bi gotinên “An serkefin an serkeftin” bi dawî kir û qurdeleya buroya hilbijartinê birî û vekirina buroyê pêk anî. 
 
Buldan pişt re derbasî navçeyên Gazîosmanpaşa û Esenler bû û tev li vekirina buroyên hilbijartinê bû.