Kiliçdaroglu: Cihê pirsgirêka kurd meclîs e

img

ENQERE - Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, danezana partiya xwe aşkere kir. Kiliçdaroglu, pirsgirêkên Tirkiye di bin 5 sernavan de kom kir û çareseriyên xwe yên ji bo wan parve kir. Kiliçdaroglu, diyar kir ku pirsgirêka kurd dê li meclîsê çareser bibe. 

Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, danezana partiya xwe ya hilbijartina 24'ê Hezîranê li Enqereyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Kiliçdaroglu, danezana bi ser navê “Em ji bo millet tên" parve kir. Danezan ji 230  rûpelan pêk tê. Kiliçdaroglu, diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiye demokrasî, perwerde, aborî, aştiya civakî û û polîtîkayên derve ne. 
 
Kiliçdaroglu, diyar kir ku CHP partiya gel, hiqûq û edaletê ye û we dê 5 pirsgirêkên bingehîn yên Tirkiye çareser bikin. 
 
Kiliçdaroglu, destnîşan kir ku pirsgirêka esasî aborî ye û wiha got: "Em hemû bi hevre dibînin ku TL roj bi roj dihile. Tune dibe. TL di cîhanê de pereyê herî zêde qîmeta xwe winda kir. Ger ku TL wisa bihile dê Tirkiye çawa bibe welatekî pêşketî. Rençber, çotkar û karker ji yiyana xwe ne kêfxweş e. Xizanî u betalî zêde dibe. Tirkiye her ku diçe xizan dibe. Çotkar û karkerên xwe dişewitînin hene. Karker û esnaf întîhar dike. 
 
Îktîdara 16 salan dewlet bi rêve birin, Teşkilata Sererastkirina Dewletê girtin. Em dê Saziya Polîtikayên Agahiyê û Pêşxistina Stratejiya Mirovahiyê pêş bixin. Em dê stratejiyên ku navenda wan mirov hebe ava bikin. Em dê fabrîqeyên şekir dîsa paşve bistînin. Em dê wezîrê esnafan ava bikin. 
 
Yek ji pisgirêkan ya perwerdehiyê ye. Em dê pergala ku fikirandina analitik a zarokan û lêpirsinê pêş bixin. Em dê polîtîkayên ku karibe pirsgirêkan çareser bike pêş bixin. Em dê lîseyên teknolojiye ava bikin. Em dê 180 hezar mamoste tayîn bikin. 
 
Kiliçdaroglu, bal kişand ser pirgirêka kurd û civakî û wiha got: "Hûn dixwazin bêjin pirsgirêka civakî, hûn dixwazin bêjin pirsgirêka kurd. Cihê çareseriya pirsgirêkê meclîs e. Yên 35-40 salin ev yek çareser nekiriye yên siyasî ne. Em dê hurmetê nîşanî mirovan bidin. Gelê li Colemêrgê, Rîza û Tekirdagê dê xwedî heman maf be. Divê 21'ê Adarê Newroz jî bibe destûra fermî. 
 
 
Dîsa divê pirksgirêkên polîtîkayên derve bên çareser kirin. Em dê Teşkîlata Hevkariyê û Aştiya Rojhilata Navîn ava bikin. Em dê OHAL'ê rakin. Daraz dê serbixwe be. Serokomar û wezîr ji di navde dê her kes ji aliyê daraze ve bên venêrtin. Kuralên sincî yên gerdûnî de azad bin. Dê medya azad be. Ne girêdayî tu kesî be. 
 
HEQÊ QERÎ KÊM DÊ 2 HEZAR Û 200 TL BE  
 
Kiliçdaroglu, da zanîn ku ew dê heqê herî kêm yê karker û karmendan bikin 2200 TL. Em dê ji 4 milyon û 210 hezar kesan re qada kar vekin.