HDP'ê li ber Girtîgeha Edirneyê starta hilbijartinê da

img
EDÎRNE  Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervûn Buldan û Sezaî Temellî li ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê starta hilbijartinê da. Lê rayedaran destûr neda Hevserokên HDP'ê Demîrtaş ziyaret bikin. 
 
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî li ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrne ku Namzetê Serokomariyê ye daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin Demîrtaş bibînin, ziyaret bikin. Lê rayedarên dewletê destûr nedan Temellî û Buldan biçin ziyareta Demîrtaş. Endam, rêveber, parlamenter u namzetên HDP'e jî di navde li ber Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê kom bûn û bi daxuyaniyekê sratta xebatên hilbijartinê li vir dan. Buldan û Temellî beriya ku daxuyaniyê bidin xwestin bi Selahattin Demirtaş re hevditin bikin. Lê Wezareta Dadê destur neda ku hevdîtin bikin. 
 
Heyeta HDP'ê ku ji Bûldan, Temellî û namzetên parlamenteriyê pêk dihat, li ber girtîgehê daxuyanî dan. Lê rastî astengiya rayedaran hatin. Ji ber leşkeran destûr nedan, Hevserokên HDP'ê û rêveberên HDP'ê, 5 kîlometreyan dûrî girtîgehê daxuyanî dan.
 
BÛLDAN: JI WÊREKIYA DEMÎRTAŞ DITIRSIN
 
Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ji bo dîtina namzetê xwe yê Serokkomariyê ew hatine Edîrneyê û tevî ku daxwaza xwe ya hevdîtinê beriya heftyekê ji Wezareta Edaletê re ragihandin jî hem bersiv ji wan re nehat dayin, hem jî destûr nehat dayin ku li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
 
Bûldan diyar kir ku ev astengiya ku rayedarên hikumetê derxistine pêşiya wan, cihê şermê ye û wiha dewam kir: "Birêz Demîrtaş namzetê bi milyonan kesî ye. Hêviya bi milyonan e. Birêz Demîrtaş namzetekî partiyekê ye ku 6 milyon deng standiye. Hûn dikarin Birêz Demîrtaş li nava çar dîwaran dîl bigirin, lê belê hûn ê nikaribin wî ji dilê bi milyonan mirovî derxînin. Hûn ji wêrekiya Demîrtaş ditirsin. Tirsa we ji şêweyê wî yê rêvebirina welêt e. Lewma hûn Demîrtaş dîl digirin."
 
'DEMÎRTAŞ WÊ JI ALIYÊ GELAN VE BÊ BERDAN'
 
Bûldan bal kişand ser biryara li ser redkirina daxwaza berdana Demîrtaş û got, "Birêz Demîrtaş û hemû hevalên me yên dîlgirtî ne, wê ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve bên berdan. Bila her kes bi vê zanibe. Ji bo em Birêz Demîrtaş roja 24'ê Hezîranê ji girtîgehê derxînin em bi rê ketin. Em ji vir soz didin Birêz Demîrtaş; êvara 24'ê Hezîranê wê gelê me li vê derê te bi govendê pêşwazî bike. Hûn ne bi tenê ne, bi milyonan mirov bi we re ne. Bê edaletî wê 24'ê Hezîranê biqede. Bi milyonan mirovên ku bi hesreta aştî, edalet û demokrasiyê ne, wê we ji girtîgehê derxînin."
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî got, "Hiqûq ji bo me hemûyan divê. Em dibêjin; edalet ji bo her kesî, edalet ji bo Demîrtaş. Em xwedî li dengê xwe, li îradeya xwe ya siyasî, li paşeroja xwe derkevin. Ji bo Demîrtaş demek ji ya din zûtir azad bibe, divê her kes li cihê lê ye dengê xwe bilind bike."
 
Piştî daxuyaniyê Temellî, Buldan û koma pêre ji Edîrneyê vegeriyan.