Namzetên HDP’ê: Ji bo yekîtiya gelan û dengê kolanan HDP

img
ENQERE – Namzetên HDP’ê yên ji civakên cuda gotin: “HDP ji bo yekîtiya gelan û dengê kolanan e em bûn namzet. Em hêvî ne dê bi HDP’ê veguherandin mezin pêk bê.” 
 
Ji namzetên HDP’ê yên ji netew û baweriyên cuda nêrînên xwe anîn ziman. Namzetê HDP’ê yê Enqereyê Velî Saçilik ji bo bû “dengê kolanan” li HDP’ê ye, Bariş Atay HDP wek partiyek “Rûyê wê tenê li çepê dinêre” pênase kir. Alî Kenanoglu yê elewî û Tuma Çelîk ê suryanî jî diyar kirin ku ji bo yekîtiya gelan wan HDP hilbijartiye. Namzetê Meletiyê Sînan Ozturk jî got: “Ji bo Kemal Korkut bûm namzet.” 
 
Ji remza berxwedana Kolana Yuksela Enqereyê Velî Saçilik li Herêma 3’yemîn a Enqereyê bû namzetê HDP’ê. Saçilik diyar kir ku tekane partiya di nav gelan de demokrasiyê, azadiyê û wekehviyê ava bike HDP ye û got: “Di heman demê de tekane partiya ku bi ser zext û komkujiyan ve diçe HDP ye. Ji ber vê yekê bêguman divê ku di nav refên HDP’ê de cih bigirim. Ji bo azadiya hemû girtiyan ez neçarbûm li HDP’ê bibim namzet.” 
 
‘HDP DENGÊ KOLANAN E’ 
 
Saçilik anî ziman ku HDP partiyek ku li kolanan bedela dide û xwe birêxistin dike ye û got: “Ez ji kevneşopiya berxwedana li kolanan têm. Heta hêza me li kolanan tine be em bi ser nakevin. Di vê çarçoveyê de dengê kolanan HDP ye. Em jî parçeyek vî dengê li kolanan e. Ji ber vê yekê bextewar im.” 
 
ATAY: PIŞTEVANÎ GIRÎNG BÛ 
 
Yek ji namzetê HDP’ê kul i Hatayê di rêza yekemîn de ye şanogerê navdar Bariş Atay e. Atay girîngiya HDP’ê bi van gotinan eşkere kir: “Ji 7’ê Hezîranê vir ve li ser HDP’ê zextên pir dijwar tên birêvebirin. Ji Hevserokan heta heta bi hezaran endamê wê girtî ne. Li cihek wiha ku zext lê hene, girîng bû ku ez piştevaniya xwe eşkere bikim. HDP berê jî berê rûyê xwe dabû çepbûnê, lê di vê serdemê de teqez ji sedî sed berê rûyê xwe da çepbûnê û kolanan.” 
 
‘HDP BI HEV RE BÛNA GELAN PÊŞKÊŞÎ ME DIKE’ 
 
Namzetê HDP’ê yê Herêma 3’yemîn a Stenbolê ji avakarê Komeleya Çandê ya Hubyar Sultan Alî Kenanoglu jî HDP’ê wiha pênase kir: “Yek ji platforma ku hemû gel di bin sîwana xwe de kom kiriye û hemû pirsgirêkên civakê çareser dike, li HDP’ê me. Mafê xwe anîna ziman dide hemû beşên civakê. Platforma têkoşînê ye. Em jî li ser navê temsîliyeta elewî bûn namzet. Em dizanin pirsgirêka me bi rewşa heyî nayê çareserkirin. Tenê bi rêbazên demokratîk tên çaraserkirin. Ji bo ku heman çarenûsê bi me re parve dike û zemîna çareseriyê pêşkêşî me dike me got HDP.” 
 
TUMA ÇELÎK Ê SÛRYANÎ: EM Ê TIRKIYEYÊ BIKIN MÎNA HERÊMA TORÊ 
 
Berpirsê Yekîtiya Suryaniyên Ewropa (ESU) yê Tirkiyeyê û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Sabro ya Sûryaniyan Tuma Çelîk jî li Mêrdînê bû namzetê HDP’ê. Çelîk diyar kir ku HDP rêxistinek ku hemû netew, bawerî, ol û çandan bi hev re kom dike girîng e û ji ber vê yekê jî lazim e hemû netew û baweriyên cuda di nav HDP’ê de cih bigirin. 
 
Çelîk da zanîn ku HDP temsîliyeta hemû gelan dike û got: “Teşeyê jiyankirina li Tirkiyeyê ya pêwîst HDP ji bo me temîn dike. Em jiyanek bi hev re dixwazin û HDP jî jixwe dibêje ‘jiyanek wekhev û bi hev re.’ Di vê çarçoveyê de me suryaniyan jî xwest bibin hevparek vê jiyana bi hev re û yekîtîbûn. Dema em li herêma Torê (Tûrabidîn) dinêrin, hemû netew û bawerî lê hene. Sûryanî, ereb, kurd, êzidî, mihelmî, xirîstiyan, misilman, ermenî û her wekî din civak li vir dijîn. Em dixwazin Tirkiyeyê bikin wek herêma Tûrabidînê. Em wek HDP dixwazin vê rengîniyê belavî hemû Tirkiyeyê bikin.” 
 
‘EZ JI BO KEMAL KORKUT BÛM NAMZET’ 
 
Yek ji namzetê HDP’ê yê herî ciwan Sînan Ozturk e. Ozturk li Meletiyê bû namzetê HDP’ê û hêj 22 salî ye û ew beşa beytariyê dixwîne. Ozturk got: “Ez ji bo Kemal Korkut ê li Newroza 2017’an li Amedê polîsan ew qetil kir bûm namzet. Li welêt ciwan di bin zextan de ne. Ez ji bi ciwan, kedkar û karkeran bûm namzet. Ji ber ez bi baweriya dê pirsgirêka kurd bi siyaseta demokratîk a kurd bê çareserkirin li HDP’ê me.”