Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt

img
STENBOL  - Bi ser Qirkirina Ermenan re 109 sal derbas bûn. Nivîskar Mûrad Mihçi got ku qirkirin encama feraseta netewedewletê bû û wiha got: “Li vê xakê bi êşan re hevrûbûnek çênabe lewma qirkirin didomin.” 
 
Împaratoriya Osmanî di 24’ê Nîsana 1915’an de li dijî gelê ermen qirkirin pêk anî. Bi ser qirkirinê re 109 sal derbas bûn. Hinek ermen ji bo xwe ji qirkirinê xelas bikin bûn misilman û asîmîle bûn û hinek jî neçar man biçin sirgunê. Hejmara ermenên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dayîn hêj jî nehatiye zelalkirin. Li gorî hinek çavkaniyan di navbera 800 hezar û milyonek û 800 hezar ermenan di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevberdevkê Komîsyona Koçber û Penaberan, aktîvîst û nivîskar Mûrad Mihçi bi boneya salvegera Qirkirina Ermenan bi ajansa me re axivî. 
 
ERMENÊN KÎLÎKYAYÊ
 
Mihçi, da zanîn ku beriya 24’ê Nîsana 1915’an li dijî ermenên Kîlîkyayê qirkirineke mezin hate kirin û wiha got: “Gelemperî ser 24’ê Nîsana 1915’an tê axaftin lê beriya wê ermenên Kîlîkyayê hatin qirkirin. Li herêmê nêzî 70 hezar ermen hebûn. Dema mirov li van pêvajoyan dinêre 24’ê Nîsana 1915’an encamekî wan e. Beriya wê ji 5 paran yek jê xelkên vê erdnîgariyê ermen bûn. Ji nifûsa 12 milyon û nîvan 2 milyon jê ermen bûn. Dema mirov li nifûsa niha dinêre, wê demê eşkere dibe bê ka hejmarekî çiqas bû. Lê niha li Tirkiyeyê derdora 40 hezar ermen hene.” 
 
‘PLANA 1915’AN DAN JIYÎN’
 
Bi domdarî Mihçi anî ziman ku wê serdemê civaka ermen civakeke xwenda, rewşenbîr û afirîner bû û wiha pê de çû: “Ya herî girîng civakeke zinaetkar bû. Ermenan çandek ava kirin û vê jî hinek derdor tirsand. Di çarçoveya van tirsan de bi taybet jî hinek derdor hatin sorkirin û bi awayekî plankirî 1915’an dan jiyîn. Di dema beriya wê de gelek rewşenbîrên ermen ji Gara Haydar Paşa a Stenbolê birin, qetil kirin û gelek jê sirgunî deverên cuda yên Anatoliyayê kirin. Ev weke sirgunên Şam û Dêra Zorê tên zanîn. Ji yên çûne Dêra Zorê tu jê venegeriyan. Yên çûn Şamê jî hinek di rê de hatin qetilkirin û yên sax mayîn jî reviyan. Di demên berê de ev civak civakeke pirçandî bû lê pêvajoya piştî 1896’an bi qirkirina 1915’an biencam bû.” 
 
YÊN JI QIRKIRINÊ XELAS BÛN
 
Di berdewamê de Mihçi bal kişand ser têkiliya di navbera kurd û ermenan de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li deverên kurd lê dijiyan ermenan bi kurdî baş dizanî. Hêj niha jî xelkê me yê li wan herêman dijîn bi kurdî baş dizanin. Ji bo vê dikarim mînakên balkêş jî bidim. Di dawiya dawî de civak bi hev re dijiyan. Kurdan jî bi çanda ermenan baş dizanî.” 
 
Mihçi, bilêv kir ku hinek ermen bi awayên cuda xwe ji qirkirinê xelas kirin û wiha got: “Ermenên di sala 1915’an de xwe bi du awayan xelas kirin. Ya yekemîn; hinek ermenan ji ber pîşeyên girîng ên dikirin karîn xwe xelas bikin. Yek ji van karan jî aşvanî bû. Ji ber ku wê demê zêdetir ermenan nan çêdikirin. Heta jê re digotin pîşeya gawiran. Di dema qirkirinê de kesên nan çêbikin tune bûn lewma aşvanan karîn xwe xelas bikin. An jî di pîşeya sewalkariyê de yên bikarin beytariyê bikin tune bûn û wan jî xwe xelas kirin. Ya duyemîn jî kurdên cîranên xwe xelas kirin hebûn. Lê ew jî rastî asîmîlasyonê hatin. Ji bo xwe biparêzin bûn misilman, çanda xwe tune kirin û hewl dan mafê xwe yê jiyanê biparêzin.” 
 
FERASETA NETEWE DEWLETÊ
 
Mihçi, got ku feraseta netewe dewletê di qirkirinan de xwedî roleke mezin e û ev tişt anî ziman: “Têgeha netewe dewletê pir girîng e. Ji ber ku heke feraseta yekperest a dihat ferzkirin nebûya, ev qirkirin pêk nedihat. Anku heke pirzimanî, pirçandî, pirnetewetî bihata parastin û nêzikatiya serdestiya netewe, çand û nasnameyekî nebûya, ev qirkirin dê pêk nehata. Netewe dewletê ne tenê li Tirkiyeyê, li her deverên cîhanê rê li ber qirkirin û êşên giran vekirin. Tiştên niha li Îsraîlê tên jiyîn yek ji mînakên vê ye.” 
 
‘HEVRÛBÛN TUNE YE LEWMA EV ÊŞ HÊJ DIDOMIN’ 
 
Nivîskar Mihçi bal kişand ser hevrûnebûna Tirkiyeyê ya bi Qirkirina Ermenan re û ev nirxandin kir: “Dibêje bedelekî vê heye. Ji ber ku heke îro dîrok bê vekirin, dê eşkere bibe ka di kodên welat de çi hene, çi tên veşartin û çi rastiyan didin jibîrkirin. Ev ne tiştekî hêsan e. Heke Tirkiye bixwaze bi Qirkirina Ermenan re hevrû bibe, divê hemû gelên li ser vê xakê bi awayekî demokratîk bên birêvebirin. Bêguman hevrûbûn girîng e. Heta ku bi van êşan re hevrû nebin dê ev êş û qirkirin bidomin. Tiştên beriya wê kurdan û elewiyan jiyayîn hene. Em Dêrsimê vedibêjin, Qoçgiriyê vedibêjin.  Ev beriya 1915’an tiştên lokal in ku ji tiştên ermenan jiyayîn cuda nînin. Heke hevrûbûnek bi van êşan re çênebe, dibêtiya dubarebûna wan hene. Ya herî girîng jî ew e ku van tiştan çiqas veşêrin jî di hafizeyê de cihê xwe digirin.” 
 
NÊZIKATIYA LI HEMBERÎ BÎRANÎNAN
 
Mihçi, destnîşan kir ku destûra bîranîna Qirkirina Ermenan jî nayê dayîn û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên berê de ji ber hevsengiyên navneteweyî destûr didan hinek cihan. Ji bo gelek bîranînan şertê ‘hûn dê peyva qirkirinê bi kar neyînin’ didan. Lê ya herî biêş, min çendek berê biryarek xwend. Min dît ku hinek kesên ji DEM Partiyê ji ber daxuyaniya têkildarî 24’ê Nîsanê tên darizandin. Ev darizandin bi xwe jî nîşan dide ku ji kesên pirdengî û pirçandîtiyê diparêzin ditirsin. ÎHD dê îsal di 24’ê Nîsanê saet di 12.30’an de bîranînê li dar bixe. Piştre jî dê li pêşiya Operaya Sureyyayê ya li Kadikoyê daxwaz bên kirin. Lê hêj lê venegeriyane.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû