Ji bo azadiya Ocalan 3 milyon û 699 hezer kes îmze hatin komkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di kampanyaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de, 3 milyon û 699 hezar îmze hatin komkirin.
 
Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku ji bo azadiya Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan 3 milyon û 669 hezar û 90 îmze hatine komkirin.
 
Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9’ê sibatê bi daxuyaniyekê ku li bajarê Qamişloyê hatibû dayîn, kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam, Hema, Humis, Laziqiye, Sweyda, Quneytera, Selamiye û Tertûsê îmze hatin komkirin. 
 
Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê encamên kampanyayê aşkera kirin. Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya li Qamişloyê hate dayîn û ji aliyê endama însiyatîfê Aynûr Paşa ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku kampanya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di 9’ê sibata borî de dest pê kir û di 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan de bi dawî bû.
 
Di daxuyaniyê de Paşa diyar kir ku gelê Sûriyeyê bi hemû netewe, mezheb û beşên di vê demê de rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dikin û got ku bi îmzeyên ku hatine dayîn, peyam dane tevahî hêzên komploger. Her wiha Paşa bilêv kir ku ev peyam di heman demê de asta hezkirin, piştevanî, baweriya bi felsefeya Abdullah Ocalan û israra gel a ji bo pêkanîna azadiya Ocalan nîşan dide.
 
Di dewama daxuyaniyê de Paşa destnîşan kir ku kampanya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berfireh dest pê kir û belavî bajarên din wekî Şam, Heleb, Selemiyê, Humis, Hema, Siwêda, Laziqiyê û Quneytîra bûn. Paşa diyar kir ku berfirehbûna kampanyayê asta girêdana tevahî, netewe, mezheb û beşên civakê bi fikr û felsefeya Abdullah Ocalan îsbat dike û wiha got: “Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, aloziya Sûriyeyê jî di nav de ji tevahî doz û pirsgirêkên bi girêk ên asêmayî yên li Rojhilata Navîn re zemîna çareseriyê ye.”
 
Paşa wiha bang li Konseya Yekitiya Ewropapyê kir: “Ji ber baweriya me bi girîngiya rola Konseya Yekitiya Ewropayê, rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan di çareserkirina doza Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de em ji wan dixwazin ku rola xwe çalak bikin û îrade û daxwaza tevahî gelên ku bi doza wî bawer in, li ber çavan bigirin.”
 
Li gorî bajaran encamên îmzeyan wiha ne:
 
Minbic: 711,180
Reqa: 701,845
Qamişlo: 625,343
Hesekê: 603,800
Dêrezor: 337,70
Tebqa: 281,332
Firat: 134,570
Heleb: 103,857
Efrîn û Şehba: 51,212 
Hundirê Sûriyeyê: Şam, Heleb, Laziqiye, Suweyda, Quneytera, Selamiye, Tertûs, Hama, Hums: 6,243
Koçberên Kurd ên li Lubnanê: 12.000
Hêzên Parastina Civakê: 100.000
Hejmara giştî ya îmzeyên kampanyayê: 3 669.090
 
Paşa di dawiya daxuyaniyê de spasî da hemû îmzevanan û wiha derbirî: “Em hezkirin û spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe yên bi netewe, ol û mezhebên xwe yên cuda dikin ji ber pîrozbahiya biheybet bi rojbûna Rêber Ocalan û bi vê wesîleyê berdewambûna kampanyayê heta azadiya Rêber Ocalan teqez kirin. Her wiha em kar dikin ku em ê komîteyekî ava bikin ku van encaman bigihîne Konseya Yekitiya Ewropayê û hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan ên pêwendîdar ên navneteweyî.”