Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got: “Me got; ‘yên pirsgirêka kurd çareser nekin dê ji hev belav bibin.’ Yên ku dixwestin bi kurdan bidin windakirin, welêt winda kirin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun uçar têkildarî encamên nefermî li navenda giştî daxuyanî dan. 
 
SPASÎ JI BO KESÊN BI ŞEV Û ROJ XEBITÎN 
 
Ji ewil Bakirhan axivî û wiha got: “Kedkarên çapemeniyê yên hêja; me hilbijartineke rêveberiyên herêmî ya dîrokî li pey xwe hişt. Bi pêşhilbijartinan ve me di hêla demokrasiya herêmî de mînakeke herî xurt raber kir. Ez spasiya hemû ciwan û jinên ji pêşhilbijartinan heta niha bêyî ku çavê wan li berjewendiyekî be, tevî hemû zext û zordariya îktîdarê û dewletê bi awayekî xurt tev li xebatên hilbijartinê bûn. Her hevalekî/a me hêviya welêt û mîsogeriya pêşeroja demokratîk in. Her wiha spasiya hemû endamên me yên MYK’ê, PM’ê, namzetên me, xebatkarên partiyê û hemû peywirdarên sindoqan ên li dijî hemû bêusulî û binnpêkirina sindoq parastin dikim. 
 
ME GOT KU ‘YÊN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEKIN DÊ JI HEV BELAV BIBIN’ 
 
Van encamên hilbijartinê careke din nîşan da ku em bi ser ketin û îktîdar têk çû. Vî gelî îradeya xwe teslîm nekir. Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekirin, ji hev belav bûn. Yên ku hewl dan bi kurdan bidin windakirin, welêt winda kirin. Siyaseta qeyûm bi îktîdarê da windakirin. Gelê kurd careke din nîşan da ku li gel çareseriya demokratîk e. Ev îradeye, di mijara demokrasiya herêmî de biisrar e. Ev yek careke din nîşan da. Dijminatiya mezin a li dijî gelê kurd, nefreta li dijî kurdan pêş xistî hem li rojava hem jî li Kurdistanê bi îktîdarê da windakirin. Gelê me careke din nîşan da ku tu caran têk naçe. Hemû kes neçare rêzê ji vê îradeyê re bigire. Polîtîkaya me ya lihevkirina bajar encam girt. Qeyûm, hilbijêrên sexte, xespkirina îradeyê li hemberî îradeya DEM Partiyê têk çû. Qeyûm tayîn kirin lê bi ser neketin. Hilbijêrên sexte tayîn kirin lê dîsa bi ser neketipn. Ev pêvajo niha didome. Dixwazin li navenda Şirnexê îradeya gel desteser bikin. Li Şirnexê 6 hezar û 541 hilbijêrên qaçax hatin veguhestin. Dema em vê hejmarê jê dixin, em bi ferqekî mezin bi ser dikevin. Di heman demê de li gorî girtekên bi îmzeya şil, li Bedlîs û Qersê jî em bi ser ketine. Lê belê hewl didin bi rêya hîleyan îradeya van bajaran xesp bikin. Em ê bi tu awayî destûrê nedin vê.
 
EM Ê DESTÛRÊ NEDIN KESÊN DENGÊN GELÊ ME DIDIZIN 
 
Banga me ji bo partiyiyên me yên qersî, bedlîsî û şirnexî ew e ku xwedî li sindoqan derkevin. Li gel hilbijêrên heram, li dehan navçeyan hîleyan dikin. Em ê li dijî hemû sindoqan îtîrazan bikin. Em ê bi tu awayî destûrê nedin kesên dengê gelê me didizin. 
 
ARTÊŞA MEDYAYÊ YA DEWLETÊ ÊRIŞÎ DEM PARTIYÊ KIR 
 
Weke her carê îcar jî zextekî giran li DEM Partiyê kirin. Li bajarên kurdan artêşa dewletê, ya medyayê, ya darazê bi hev re êrişî DEM Partiyê kirin. Bi awayekî eşkere sepana mêtingeriya veguhestî xistin meriyetê. Tevî vê rastiyê jî muxalefet li dijî îktîdarê bêdeng ma. Di tevahiya hilbijartinê de xebatên me hatin astengkirin, emniyetê zext li partiya me klir û parlamenter û namzetên me hatin derbkirin, muşahidên me hatin qetilkirin. Leşker û polîs veguhestin û xwestin îradeya me xesp bikin. Em ê tenê yek dengî jî ji wan re nehêlin. Rêveberiyeke neheqiyê dike, derhiqûqî û mazbatayê xesp dike rewa nîne. 
 
SERKEFTÊ HILBIJARTINÊ GELÊ KURD E 
 
Hevalên hêja; serkeftê vê hilbijartinê gelê kurd e, gelên me ne, DEM Partî ye. Kedkar, jin, gel û baweriyên Tirkiyeyê ne. Stratejiya DEM Partiyê bi ser ket. Şaredariyên li bajarên herêmê ji zilm û mêtingeriya AKP’ê hatin rizgarkirin. Li bajarên rojava jî kedkar, jin, ciwan, gel û bawerî bûn xwedî gotin. Bandora DEM Partiyê û hilbijêrên wê careke din hate îspatkirin. Îdiaya kesên ji bo gelê me digot ‘taqeta wan nema ye’ vala derket. Gelê me li ser pêya ye û yên rast û dirûst nêzî vê îradeyê nebûn winda kirin. Bêyî DEM Partiyê tu hevkêşe nayên avakirin. Ji 1’ê Nîsanê ve her kesên dixwazin di siyaseta Tirkiyeyê de hevkêşeyekê ava bike, heta DEM Partiyê hesab neke nikare bimeşe. 
 
LI SER SINDOQÊ PEYAMA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN DERKET 
 
Gelên Tirkiyeyê li ser sindoqan peyama aqilê hevpar, lihevkirin, demokrasî, aştî, azadî û wekheviyê dan. Banga me li her kesî ew e ku ji bo pêşeroja demokratîk a welêt, ji bo avakirina aştiyê û refahê bên em bi hev re bi rêya siyaseta demokratîk pirsgirêkan çareser bikin. Encamên heta niha 5 heqîqet nîşanî me dan. 
 
*Nûnerê gelê kurd û bindestan DEM Partî ye. Êdî gumana ji vê nîne. 
 
*Bi van encaman re gelên Tirkiyeyê mezinkirina rêya sêyemîn danî pêşiya me. 
 
*Em li dijî êrişên sîstematîk têkoşiyan û li dijî DEM Partiyê zextekî giran hebû. 
 
* Di serî de krîza aborî, li dijî hemû cureyên êrişan parolaya me parastina civakê ye. Em ê li dijî xizaniyê têkoşîneke mezin bimeşînin. Em ê civaka demokratîk ava bikin. 
 
*Divê îktîdar û muxalefet bizane ku çareserî aştî ye, rizgarî lihevkirina demokratîk e û rêgezên gerdûnî ne. 
 
* Gelên Tirkiyeyê peyameke zelal dane ku divê cihêkarî were bidawîkirin. 
 
*Encamên hilbijartinê nîşan da ku divê rêya aştiyê were vekirin. Karê me hêj neqediya, karê me piştî 1’ê nîsanê dest pê dike. Em ê aştiyê bînin vî welatî û têkoşîna xwe ya azadî, aştî û wekheviyê bidomînin.” 
 
UÇAR: GELÊ KURD HELWESTA XWE NÎŞAN DA 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî wiha got: “Ez jî li ser navê DBP’ê we tevan bi rêzdarî silav dikim. Li Kurdistanê kurdbûn, bi tena serê xwe têkoşîn e. Li dijî vê, li bi tevahiya hevalên xwe re em bi meha ye kedê didin û xebatên hilbijartinê dimeşînin. Encama îro derketî pêşiya me, nîşan dide gelê me tişta heq dikir bi dest xistiye. Bersiva herî baş daye îktîdara AKP’ê ku li Kurdistanê îradeya gel xesp dike û rejîma qeyûman xistiye meriyetê. Her wiha bersiva herî baş daye tifaqên qirêjî yên li Kurdistanê ava kiriye. Li dijî hilbijêrên veguhestî û ne rewa, sekna herî demokratîk nîşan daye. 
 
POLÎTÎKAYÊN ÎKTÎDARÊ LI TÊKOŞÎNA GEL QELIBΠ
 
Israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de û tecrîda 25 salan a li Îmraliyê, li têkoşîn û berxwedana gelê me qelibî. Gelê me careke din nîşan da ku birêz Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye û îradeya çareseriyê ye. Polîtîkayên wan ên şer û zayendperest, li têkoşîna gelê me qelibî û parçe parçe bû. AKP a ku dixwest bi taybet jî bi hilbijartinê re li Kurdistanê ji xwe re serkeftinan çêbike û hebûna xwe jinûve ava bike, li dijî têkoşîna deomkratîk têkçûneke mezin jiya. 
 
XWE JI KURDISTANÊ VEKIŞÎNIN WE WINDA KIR 
 
Hilbijartin didomin. Bi taybet jî li Bedlîs û Şirnexê hejmartin tê astengkirin, li Hewagê sindoq hatin şewitandin û êriş li dijî pîrozbahiyan tên kirin. Hevalên me yên hatin binçavkirin hene. We winda kir. Gelê me dê xwedî li îradeya xwe derkeve. Em spasiya hemû hevalên kedkar dikin. Em pir mezin bi ser ketin û dê hêj mezintir bi ser kevin.”