Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e

img

SÊRT - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di mitînga bicoş a bitevlibûna hezaran kesan li Misircê hate lidarxistin axivî, îşaret bi muxatabiya pirsgirêka kurd kir û got: “Çareserî birêz Abdullah Ocalan e. Çi dikin bila bikin, cihê ku dê biçinê Îmrali ye.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Kuleya Saetê ya li navçeya Misirc a Sêrtê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng li dar xist. Li qada mitîngê pankart û dowîzên weke “Romaneke bê dawî”, “Ber bi Rojê ve herikîn heye” , “Jin jiyan azadî” hatin vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Qeyûm dê biçin gel dê werin” hatin berzkirin.
 
Di mitînga ku tevlibûneke zêde hebû de welatiyên ku cih nedîtin neçar man derkevin serbanan û şaneşînan. Li qadê Misirciyên ku cilên netewî yên bi rengên kesk û sor û zer li xwe kirin, bi çepik, dirûşme û tilîliyan govend gerandin. Li mitînga ku coş lê zêde bû, ewilî hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Pişt re axaftinan dest pê kir. 
 
‘EM LI DIJÎ HÎLEYAN BALDAR BIN’ 
 
Namzetên hevşaredariyê bi dirûşma “Misirc bi we serbilind e” derketin ser dikê. Namzeta hevşaredariyê Sadiye Aktîn ya li vir axivî, wiha got: “Sibê em dikevin hilbijartineke girîng. Em xwedî li sindoqan derkevin û li dijî hîleyan baldar bin û bi rêjeya dengekî dîrokî em qeyûman ji bajarê xwe bişînin.” Namzetê hevşaredariyê Alî Riza Bîngol jî diyar kir ku dîroka navçeyê bi berxwedanê ye tejî ye û wiha got: “Eleqeya zêde ya di xebatên hilbijartinê de nîşandeya serkeftina di sindoqê de ye. Ev bajar bajarê gelê kurd e. Hûn bi sekna xwe ya birûmet li dora partiya xwe ya têkoşînê dide bûn yek. Em ê bi gelê xwe re şaredariyê bi rê ve bibin. Em ê bajarê xwe ji wan re nehêlin. Em ê ya gel bidin gel.”
 
EWLEHIYA HILBIJARTINÊ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş a ligel dirûşma “Jin jiyan azadî derket ser dikê jî wiha got: “Feraseta talanker, tiştê ku yê vî gelî bû dizî. Vîna vî gelî tune hesibandin. Bi dizî û neguhêzbarên pêşkeşî alîgiran hatin kirin şaredarî dagir kirin. Sibê hilbijartin heye. Ewlehiya hilbijartinê gelekî girîng e. Divê heta deqîqa dawî herkes xwedî li dengên xwe derkevin. Em bi partiya xwe re bi têkiliyê de bin û li gorî wê tevbigerin. Vîna ku gelê me di sindoqê de nîşan bide di serî de ji zilma tecrîdê ya li Îmraliyê didome, dê di gelek pirsgirêkan de rolê bilîze.”
 
‘GELÊ KURD DÊ DAXWAZÊN XWE DI SINDOQÊ DE NÎŞAN BIDE’ 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, di bin coş û eleqeya zêde ya gel de derket ser dikê û got: “Em bi mehan e ji bo partiya xwe, nasnameya xwe û hebûna xwe xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Ev ne tenê hilbijartineke. Ev referandûma gelê kurd e. Dê gelê kurd di vê hilbijartinê de daxwazên xwe di sindoqê de nîşan bide. Û dê bersiva vê pergala faşîst bide.”
 
GELÊ KURD LI BER XWE DIDE
 
Bayindir, da zanîn ku gelê kurd li gelek cihên cîhanê li ber xwe dide û got: “Bi milyonan kurd li piyan e, xwedî li vîn û hebûna xwe derdikevin. Ji bo azadiya me çavê me li axa kesekî nîne. Lê em kesên ku çavên wan li axa me ye û dijminatiyê dikin qebûl nakin. Kesên ku kuştin, mirin, girtin û binçavkirinê ji bo me rewa dibînin, bila bizanin ku ev sedsal sedsala kurdan e. Serkeftin nêz e. Ev serkeftin dê bibe serkeftina yekitiya me. Em li ku bin em ê yekitiya xwe ava bikin. Em ê cîhanê li kesên êrişî me dikin teng bikin. Kesên dixwazin bi leşker û polîsna şaredariyan xesp bikin dê ev gel di sindoqê de bersivê bide. Kesên li gel AKP’ê cih digirin di zilma li dijî kurdan de hevkar in. Dijminatiya kurdan dikin.”
 
‘ÇARESERÎ BIRÊZ OCALAN E’ 
 
Bayindir, diyar kir ku qeyûm pergala talanê ye û wiha domand: “Rêya me rêya edalet, azadî û rûmetê ye. Em bang li kesên heta niha rêya xwe winda kirine dikin; Werin jiyaneke bi rûmet ji xwe re bikin prensîb û li cem gelê xwe bisekinin. Qeyûm diz in û talanker in. Li gelek dibistanên Misircê leşker bi cih kirine. Çi dikin bila bikin bi leşkerên ku li dibistanan bi cih kirine re dê ji bajarên me biçin. Bi dengê leşkeran li gelek bajarên Kurdan hewldana dagirkeriyê heye. Bila li vîna gelê kurd a li qadên Newrozê binêrin û li gorî wê tevbigerin. Dê winda bikin, winda bikin.
 
Planeke dagirkariyê ya Erdogan û Bahçelî ya li dijî qadên ku kurd lê dijîn hene. Dê li gorî encamên hilbijartinê gavên xwe biavêjin. Dixwazin havîna li pêş me bi qetilkirina kurdan derbas bikin. Lê em destûrê nadin vê. Vî gelî gelek bedel dan lê tu car bi paş ve gav neavêt. Gelê kurd tevî her tiştî di aştiyê de israr dike. Çareserî birêz Abdullah Ocalan e. Çi dikin bila bikin cihê ku diçinê Îmrali ye. Rêyeke din nîne. Baweriya me ya bi gel bêdawî ye. Em ê bi gelê xwe re zaliman li Ekspresa Misircê siwar bikin û bişînin. Em ê bi wergirtina dengekî bilind nahêlin bikevin bajarên me. Em di hilbijartina sibê de li dizan baldar bin. Em li vîna xwe baldar bin. Em sindoqan biparêzin. Şaredariyên ku qeyûm dagirkirine veguherandine qereqolê. Em ê şaredariyan ji wan bigirin û veguherînin baxçeyê gelan. Em ji niha ve mizginiyê ragihînin. Em ê şaredariyan bi dengekî zêde bigirin.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin girse bi çepik, tilîlî û dirûşman govend gerand.