HDP'ê soza 'Jiyanek nû' da 80 milyon gelê Tirkiye

img

ENQERE - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê danezana ku ji 88 rûpelan pêk dihat parve kir û soza jiyanek nû da 80 milyon gelê Tirkiye. Di danezanê de diyar kir ku ew dê di qada demokrasi, azadî, edalet, jiyana civakî û aborî de jiyanek nû ava bikin. 

Hevserokên Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli û Pervin Buldan, danezana partiya xwe ya Hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê li Hîlton Otelê ya Enqereyê bi civina çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin. Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî danezan parve kirin û diyar kirin ku ew dê ji bo 80 milyon gelê Tirkiye jiyanek nû û pergalek nû ava bikin. Hevserokan bi gotina “Em dê biguherînin" dest bi parvekirinêkirin. Hevserokan diyar kirin ku dê polîtîkayên şer nelirêtî, biguherînin û aştî, aramî, demokrasî, wekhevî, edalet û parastina mafên mirovan pêş bixin. Hevserokan destnîşan kir ku ew dê destûr nedin pergal û sazibûna Faşizmê bi ser bikeve û li dijîvê yekê dê mafê jinan, ciwanan, kedkaran, xweza, çand, dîrokê biparezin û bikin serkeftina hêza ked, demokrasî, jin, ciwan, esnaf, karker û çotkaran. Hevserokan, diyar kirin ku ew dê pirsgirêka kurd bi riya demokrasî û aştiyê çareser bikin û projeya xwe wiha parve kirin: Dê daraz êdî serbixwe be. Hemû astengiyên li pêş raman û îfadeyê dê rabin. Raman û îfade dê azad be. Em dê OHAL’ê rakin. Hemû saziyên bi KHK'ê hatin girtin û mexdûr bûn dê dîsa bigêjin mafên xwe. Em dê zagona partiyên siyasî û hilbijartinê biguherinin. Mafên mirovan dê têkevin bin ewlehî û parastinê. Hemû rojnameger û siyasetmedar dê serbest bên berdan. Dêhemû gel wek hev bin û bawrî azad bin. 
Em dê bi bûyerên borî û heqîqetê re rû bi rû bibin. Kesên ku bi zorê ji cih û warê xwe bûne dê dîsa vegerin cihê xwe. 
Em dê pergala cerdevaniyê bi dawî bikin. Mafê reda wîcdanî dê bê parastin. Sûcên nifrînê dê bê ceza nemînin. Mafê penaber û koçberan dê bê arastin û mafê jiyana azad dê bê dayîn. Tirkiye dê bi HDP'ê bêhn bistîne. 
 
Di di polîtikayên civakî de guhertin bê kirin. Di qada aborî de dê pirsgirêk bên çareserkirin. Em dê pirsgrêkên xizaniyê gav bi gav çareser bikin. Kesên astengdar em dê hezar TL, kesên teqawît 1 hezad tl û kesên kal û pîr hezar TL, dîsa kesê betal herî kêm hezar TL, meaş bidin. 
Rençber û çotkar dê karibin bêhn bistînin. Buhayê gubre, mazot dê kêm bibe û buhayê berhemê wan dê zêde bibe. Bac dê bên kêmkirin. 
Di qada civakî ve dê mezin bibe.  Welatiyên bê mal dê demînin. Plana îmarê dê ji nûve bê rastkirin. Her kes dê wekî hev ji xizmeta cemaweriyê sûdê bigire. Dê butçeyek demokratîk bê avakirin. Êdî dê keda karker û kedkaran neyê xwarin. Em dê dawî li newekheviya civakî û aborî bînin. 
Xizmeta tenduristî û perwerdehiyê dê bê pere be. Her kes dê karibe jê sûdê bigire. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî û zanistî dê bê dayîn. Mafê xweza û mafê sewalan dê bê parastin û mîsogerkirin. Bi cîran û cîhanê re em dê di nava aştiyê de bijîn. Mafê ziman, çand û baweriyan dê bê parastin. Warên dîrokî û çandî dê bên parastin. Azadiya çapemeniyê dê esas bê girtin û sansur, qedexe û astengiyên li ser çapemeniyê dê bi dawî bibin. 
Mafê zarokan ê gerdûnî dê bê parastin. Ciwan dê azad bijîn. Ciwanên betal dê nemînin. Hemû ciwan dê her mehê 500 TL karta ciwantiyê bistînin. XWendekarê zanîngehê dê 500 tl heq bistînin. Mafê jinan dê bê parastin. Hemû mafê jinan ê siyasî, aborî û civakî dê bê parastin û vîna wê esas be girtin. Di rêveberiyan de pergala Hevserokatiyê dê esas bê girtin. Jin li kolan, mal, qad û hemû qadên jiyanê dê xwedî nûnertiya wekhev e. Ev mafê wê yê nûneriyê û vînê esas bê girtin.