DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû

img
ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê gotina Parlamenterê AKP’î yê Amedê Galîp Ensarîoglu ya “Hûn di rê de bibînin, nikarin nas bikin” bersivandin: “Yê ku xwe nas neke, dê wekîlê gel jî nas neke.”
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu û Serokwekîla Koma DEM Partiyê ya Meclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît gotinên parlamenterê AKP’î yê Amedê Galîp Ensarîoglû yên derbarê parlamenterên DEM Partiyê de yên “Tevî ku ez di meclisê de dixebitim, bi zorê min du sê wekîlên wan nas kirine. Hûn di rê de bibînin nikarin nas bikin” bersivandin. 
 
Têkildarî mijarê Turkoglu û Koçyîgît ser hesabên xwe yên platforma X’yê bertek nîşanî gotinên Ensarîoglû dan. 
 
 
 
TURKOGLU: YÊ XWE NAS NEKE DÊ WEKÎLÊ GEL JÎ NAS NEKE
 
Turkoglû di parvekirina xwe de wiha got: “Em dibêjin te @GalipEnsarîoglu, yên ku xwe, cewhera xwe, nasnameya xwe nas neke, helbet dê wekîlên gel jî nas neke. Lê belê em jî gelê me jî we baş nas dike. Yên ku bi hêzên tarî yên salên 90’î re dimeşin, yên ku ketine milê kujerên Kemal Kûrkût û Ceylan Onkolê, yên ku li herêmê tora rantê bi rê ve dibin, yên îradeya gel xesp dikin, yên çavkaniyên gel bi destê qeyûm ji bo talanê parsel parsel difiroşin, yên ku bi mîlyonan fature ji baklavayan re derdixin, yên tebelayên bi kurdî jê dikin, yên êrişî nirxên gel dikin, yên ku nikarin têkoşîna me ya jinê ragirin yên bi siyaseta we ya qirêj, operasyonên we yên danezanê ava dikin, ne hûn dê carekek din îradeya gel bi ser bikeve.” 
 
KOÇYÎGÎT: EV GEL MURIDÊN SOYLU BAŞ NAS DIKE
 
Koçyîgît jî ev tişt gotin: “Yên ku qeyûman tayînî îradeya gel dikin, yên ku parlamenter û hevşaredarên gel hilbijartiye dil digirin, yên ku di her hilbijartinê de ji bo îradeya gel xesp bike leşker û polîsan dikin ‘hilbijêrên qaçax’ û dibin Kurdistanê, yên ku dema em bi kurdî diaxivin mîkrofonê digirin, yên ku bajarên me bi tank û tifingan xera dikin, nobedarê AKP’a ku nehiştiye hefteyekê nêzî cenazeyê dayika taybetê bibin, rabûye li Amedê zimanê xwe li me dirêj dike. Dixwazin bi aqil û zimanê Soylû gelê kurd bixapînin. Gelê kurd bi van naxape. Ev gel xizmetkarên sozdar ên qesrê jî mirûdên Soylû jî baş nas dike. Yên ku ji bo berjewendiyên xwe gel talan dike jî yên ji bo gelê xwe jî têdikoşin jî baş nas dike. Derewên we xwe li esmanan dan. Lê xeman nexwin, dê gelê Amedê nîşanî we bide bê ka kê nas dike kê nas nake, dê nîşan bide bê ka wek nûnerê xwe kê bibîne.”