Ahmet Turk: Dem dema kurdan e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li navçeya Sêwereg a Rihayê tev li vekirina buroya hilbijartinê bû û got: “Dem dema kurdan e.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de li gelek bajaran xebatên hilbijartinê meşand. Xebatên hilbijartinê mîna mitîngan derbas dibin. Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Mîthat Sancar tev li xebatên hilbijartinê yên li Riha û navçeyên wê bûn. 
 
SÊWEREG 
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê li ser Cadeya Şukru Îzol a Taxa Bavuş a navçeya Sêwereg a Rihayê buroya hilbijartinê hate vekirin. Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, parlamenter Ferît Şenyaşar, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Rihayê Celaleddîn Erkmen û Gulşen Ozer, namzetên hevşaredariyê yên Sêweregê Yildiz Çetîner û Alî Dusak, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tev li vekirina bûroya hilbijartinê bûn. Di çalakiyê de beşdar hatin silavkirin û parlamenter Ferît Şenyaşar wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de Şaredariya Sêweregê bikin şaredariya gel. Sêwereg ne cihê axayan e ne jî yên mîna wan e. Sêwereg, a gel e. Em ji bo ku axa me birêve nebin tên.” 
 
Piştre jî Ahmet Turk axivî û di serî de Îbrahîm Ayhan ku di 2018’an de li başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî. Gotinên Turk bi dirûşma “Şehîd namirin” hate birîn. Turk, got ku hilbijartinên 31’ê Adarê ji bo kurd nîşanî hemû cîhanê bidin ku xwedî li nasnameya xwe derdikevin girîng in û wiha dom kir: “Hevalên me ji bo xizmetê tên. Bi hezaran hevalên me girtî ne û di tecrîdê de ne. Ev 3 sal in tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan heye.” Di vê navberê de axaftina Turk bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate birîn. Turk, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Heke dengê me li Kurdistanê xurt be dê aştî zû were. Em ê xwedî li aştî, wekhevî û nasnameya xwe derkevin. Bila axa û şêxên me bibihîsin; zilam li ser vê xakê didome. Ji bo tunekirina destkeftiyên çar aliyên Kurdistanê êriş tên kirin. Gelo ma ev axa û şêx qet ji xwe şerim nakin? Em dijminên tu kesî nînin. Tenê mafên xwe dixwazin. Divê em di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin şêx û axayan. Heta roja dawî mal bi mal bigerin û têkoşînê vebêjin. Xwedî li sindoqan derkevin û şaredariya Sêweregê bikin şaredariya DEM Partiyê.” 
 
Piştî axaftinan jî buroya hilbijartinê hate vekirin. Bername, bi stranên Hozan Servan û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
WÊRANŞAR 
 
Li navçeya Wêranşarê jî bi gel re hevdîtin hat lidarxistin. Ahmet Turk, namzetên hevşaredariyê yên Wêranşarê Bedriye Yorgun û Serhat Dîcle Înan, parlamentera berê Ayşe Surucu û bi sedan kes tev li bûn. Ahmet Turk li vir jî xîtabî gel kir û ev tişt anî ziman: “Di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de em di qonaxeke girîng de ne. Armanca me ew e ku gelê kurd bi nasnameya xwe û bi awayekî birûmet xwe birêve bibe û bijî. Di vê oxirê de bi hezaran hevalên me jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran girtî ne. DEM Partî partiya gelan e. Partiya her kesên li Kurdistanê ne. Lewma divê em xwedî lê derkevin. 
 
Bi domdarî Turk anî ziman ku gelê kurd tu caran serî netewandiye û dê netewîne. Turk, gel li dijî hîleyên hilbijartinê hişyar kir û banga xwedîderketina li namzetan kir. Turk, axaftina xwe wiha qedand: “Dem dema kurdan e, dem dema azadî û wekheviyê ye.” 
 
Hevdîtin, piştî axaftinan bi dawî bû. 
 
SERÊKANIYÊ 
 
Namzeta hevşaredariyê ya Serêkaniyê Rahşan Yazar û endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi boneya 8’ê Adarê li Taxa 15 Temmuzê qurnefîl li jinan belav klirin. Welatiyên li derdorê bi nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan û welatiyên di şaneşînên malên xwe de jî alayên DEM Partiyê li ba kirin. Yazar li taxê bi coş hat pêşwazîkirin û bi gel re govend gerand. Piştre jî bi tevlibûna sedan kesan li Taxa Ensarê bi gel re civiyan. Herî dawî jî çûn serdana gundan. 
 
HEWAG
 
Namzetên hevşaredariyê yên Hewagê Aygul Kapikayali û Îsmaîl Yildiz tevî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar li navenda navçeyê xebatên hilbijartinê kirin. Li gundê Yalaxê bi gel re hevdîtin hate kirin, li pirsgirêk û daxwazên gel hate guhdarîkirin. 
 
PIRSÛS 
 
Xebatên hilbijartinê yên li navçeya Pirsûsê jî bênavber didomin. Namzetê hevşaredariyê Muslum Baran û şandeya pê re çûn serdana esnafan. Piştre jî li Sîteya Pîşesaziyê ya Pirsûsê bi karkeran re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de namzetan çareseriyên xwe yên ji bo pirsgirêkên heyî vegotin û piştgirî xwestin. 
 
BÊRECÛK
 
Namzetên hevşaredariyê yên navçeya Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya û Mehmet Begîd jî li gundên Sorik, Hopap û Çîftlîkê bi gel re civîn li dar xistin. Piştî xebatan, esnafên navenda navçeya Bêrecûkê hatin ziyaretkirin. 
 
NORŞÎN
 
Li navçeya Norşîn a Bedlîsê li taxên Kumbet, Bariş û Braj Yoluyê xebatên hilbijartinê hatin meşandin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeyê Ulfiye Ozcan û Mehmet Şîrîn Oncu derî bi derî geriyan û belavok belav kirin. Namzetên hevşaredariyê piştgirî ji welatiyan xwestin. Welatiyan jî eleqeyeke mezin nîşanî namzetan dan û gotin ku dê dengê xwe bidin wan. Di xebata hilbijartinê ya bi wesayîta hilbijartinê û alên partiya dihat kirin de dîmenên rengîn derketin. Welatiyan û partiyiyan bi hev re govend gerandin. 
 
ERDEXAN
 
Namzetê Golan a Erdexanê Serkan Yilmaz jî çû serdana esnafên navçeyê. Yilmaz li pirsgirêkên esnafan guhdarî kir û wiha got: “Namzetên herî dînamîk ên Tirkiyeyê di partiya me de ne û em jî ji bo vê hilbijartinê qezenc bikin a ji destê me tê dê bikin. Em ê pirsgirêkên navçeya me bi hev re çareser bikin. Ji her alî ve navçeya me pirsgirêkên mezin dijî. Ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin, divê rêveberiya herêmî ya navçeyê biguhere.” 
 
QERS
 
Li Qersê jî tevî berf û sermayê jî DEM Partiyê navber neda xebatan û kom bi kom li taxan geriyan. Namzetên hevşaredariyê Arzu Savaş Derman û Kenan Karahanci xebatên xwe yên hilbijartinê li zanîngehê domandin. Namzetên hevşaredariyê bi xwendekarên zanîngehê re hatin gel hev û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Xwendekaran gotin ku pirsgirêka wan a herî mezin veguhestine û xwestin bê çareserkirin. 
 
Gelek partiyî jî li TOKI’yên Taxa Bayrampaşayê mal bi mal geriyan. Partiyiyan hemû jin vexwendin pîrozbahiya 8’ê Adarê ya ku dê sibe bê lidarxistin. 
 
DÊRSIM 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak jî çûn serdana Midûriyeta Bajar a Malbat û Polîtîkayên Civakî, Nexweşxaneya Dev û Diran a Dêrsimê, Midûriyeta PTT’ê, Odeya Esnaf û Zinaetkaran, Yekitiya Mî û Bizinan, Odeya Zîraetê û Baroya Dêrsimê. Di serdanan de hilbijartinên 31’ê adarê hatin nîqaşkirin.