Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin

img
KONYA - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Barkirhan li navçeya Kulu ya Konyayê tev li hevdîtina bi gel re bû û wiha got: “Dê di şeva 31’ê Adarê de li çendek deverên Konyayê şaredariyên me çêbibin.” 
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Kulu ya Konyayê tev li hevdîtina bi gel re bû. Bakrihan û şandeya pê re di ketina navçeyê de bi konvoyeke ji wesayîtan pêk dihat ve hatin pêşwazîkirin. Piştre jî derbasî navenda navçeyê bûn. 
 
Bakirhan di hevdîtina bi gel re ya li navçeyê de axivî û wiha got: “Tu gelên din nînin ku bi sedsala ye ji xaka xwe ya esil koç kirin û li cihê koçber bûnê wiha xwedî li çanda xwe derketibin. Bi rastî jî hûn kurdên Anatoliyaya Navîn, hûn xwişk û birayên me yên li Kuluyê, li Cîhanbeyliyê li Konyayê mirov bi we çiqas serbilind be jî kêm dimîne.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ KOKSAL A CHP’Î DA
 
Bi domdarî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Gelê me yê ku bi sedsala ye dev ji ziman û çanda xwe bernedayî, êdî dem hatiye ku em roja 31’ê Adarê veguherînin roja destkeftiyan. Bawer bikin ku niha li çar aliyên Ewropayê vê hevdîtina me ya li Kuluyê temaşe dikin. Ez bi we bawerim. Weke kesên dev jê bernedayîn hûn; teqez dê li ser sindoqê bersivê bidin. Namzeteka şaredariyê (namzeta CHP’ê ya Afyonê Burcu Koksal) dibêje heke şaredariyê bi dest bixin dê nehêlin DEM Partiyî bikevin şaredariyê. Ev nêzikatî, dijminatî ye. Deriyê me li her kesî vekirî ye ji tirkan re, ji elewiyan re, ji suniyan re... Di 31’ê Adarê de gelo em ê bersiva pêwîst bidin van?” 
 
'LI KONYAYÊ DÊ ÇENDEK ŞAREDARIYÊN ME ÇÊBIBIN’
 
Bakirhan, diyar kir ku dê di 31’ê adarê de li Konyayê çendek şaredariyan bi dest bixin û axaftina xwe wiha qedand: “Di şeva 31’ê Adarê de dê çendek şaredariyên me hebin. Em tevek dê bi hev re bibin şahidên vê yekê. Ez li vir bang dikim; binêrin weke tayînkirina qeyûman a li şaredariyên me bes nekiribe, îcar jî hilbijêran li bajarên kurdan vediguhêzin. Ricaya min ji we ji bo her hilbijêrekî hûn du kesan bişînin bajarên wan. Heke pereyê wan tune be, bila biçin cem partiya me. Li wir dê çaya xwe ya helal vexwin, bilêta xwe bigirin û biçin dengdayînê. Îşala em ê bi hev re bersiva pêwîst bidin wan. 
 
Em ê li Kuluyê ferqekî mezin biavêjin wan. Li Kuluyê em ê feraseta xwe ya şaredarvaniya pirzimanî bixin meriyetê. Ji bo her kes bi zimanê xwe biaxive û ji bo hemû ziman bijîn em ê derfetan biafirînin. Xelkê Kuluyê yê hêja; hevalên me Bekir û Esma emanetî we ne.”